Serokkomar Erdogan piştî gera Kendavê daxuyanî da rojnamevanan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hevkariya bi welatên Kendavê ra di rojên pêş da dê tesîra xwe nîşan bide û wiha domand: “Hevkariya me di rojên pêş da wê bi projeyên berbiçav xurtir bibe û pêşva biçe. Înşallah li ser aboriya me, wê tesîreke erênî bike.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku welatên Kendavê ziyaret kir, li ser rêya vegerê, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand.

Serokomar Erdogan ragihand ku ziyareta ber bi welatên Kendavê bi kêr hat û wiha pê da çû: “Di ziyareta Kendavê da me di warê îxracata parastin û hevkariyê da peymana herî mezin ya di dîroka komarê da îmze kir.”

Erdogan ji bo endamtiya NATOyê ya Swêdê jî got: “Heger di warê têkoşîna dijî terorê û îadekirina terorîstan da gavên şênber biavêje ev di feydeya Swêdê da ye. Divê sozên ku dane bi cî bînin. Verastkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê dema bê Meclisê wê pêvajo li gor salnameya Meclisê dewam bike. Em ê jî li gor gavên ku Swêd biavêje tevbigerin.”

Serokomar Erdogan der heqê peymana dexl û dehn da jî got: “Ewilî dîplomasiya ji ser têlefonê û di tebaxê da jî ziyaretê pêk bê û em ê bi Pûtîn ra li ser mijarê biaxivin. Ez bawer im em ê peymana dexl û dehn bidomînin. Ez bawer dikim ku em ê bi birêz Putîn ra bi berfirehî biaxivin û dîsa bidin berdewamkirin. Divê dewletên Rojavayî ji bo hêviyên Putîn gavê biavêjin.”

Di rojeva Serokomar Erdogan da ziyareta Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya ber bi Tirkiyeyê va jî cî girt û got: “Cara ewil e em bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ra pêwendiyê datînin. Hêvî dikim ku ev geşedan ji bo têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê bibe wesîleya destpêka heyameke germ.”

Serokomar Erdogan bal kişand ser têkiliyên bi Misrê ra dest pê kirin û wiha domand: “Pêşvebirina têkiliyên me yên bi Misrê ra wê potansiyela aboriya me zêde bike. Ez ê Libyayê ziyaret bikim û belkî herim hin welatên Afrîkaya Bakur jî.”

Nefta ji Gabarê tê derxistin jî ji Serokomar Erdogan hat pirsîn û li ser vê wî jî got ku bandora erênî ya nefta Gabarê li ser aboriyê wê di 2024an da dest pê bike û wiha pê da çû: “Esas em dikarin bibêjin ku wê di dawiya 2024an da bikeve dewreyê.”

Serokomar Erdogan ji bo pirsa “Hin dewlet ji malên vala bacên zêde hildidin gelo li Tirkiyeyê ev pêkan e?” jî wiha got: “Xebatên wezareta me hene, em ê bi ser meseleyê da herin. Ji ber rê li zêdebûna kirê û bihayê xaniyan bê girtin heke hewce bike em ê sepandina cezabirînê bikin rewacê.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokkomar Erdogan piştî gera Kendavê daxuyanî da rojnamevanan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *