‘Soz didim emê wê derê zêdetirê pêş ve bibin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li meclisê derbarê Wanê de axivî û soz da ku wê bazirganiya sînor pêş ve bibin û wiha got: “Wan başarekî me yê bi heybet e. Lê mixabin stuxwar hatiye hiştin. Lewra, li wê derê hemberî bazirganîya sînor astengî hene. Emê hemû bajarên me yên li ser sînor bazirganîya sînor pêş ve bibin daku ew der dewlemend bibin.”

Piştî ku Serokê Rêxistina CHP’ê yê Wanê Seracettîn Bedîrhanoglu derheqê pirsgirêkên li Wanê tên jîyandin de raporek radestî Serokê Giştî yê partîyê Kiliçdaroglu kir, îro Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya koma parlamenteran de behsê Wanê kir.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de bi avayekî berfireh li ser pirsgirêkên Wanê sekinî û wiha got: “Wan başarekî me yê bi heybet e. Lê mixabin stuxwar hatiye hiştin. Lewra, li wê derê hemberî bazirganîya sînor astengî hene. Emê hemû bajarên me yên li ser sînor bazirganîya sînor pêş ve bibin daku ew der dewlemend bibin. Ez li vir bang li bira û xwîşkên xwe yên Wanê dikim. Bila qet nekevin nava fikaran. Emê bi her awayî Wanê pêş ve bibin. Ez dixwazim ku têşta Wanê û hin berhemên din her kes nas bike. Ez li ser vê qursîyê soz didim”

Serokê Rêxistina CHP’ê yê Wanê Bedirhanoglu jî têkildarî hevdîtina xwe ya bi Kiliçdaroglu hin agahî dan û wiha domand: “Demek berîya niha ez çum serdana Serokê Giştî Kiliçdaroglu. Di hevdîtinê de min derbarê pirsgirêkên Wanê de raporek pêşkeşî wî kir. Wî jî eleqeyek nêz nîşan da. Ev ji hemû pirsgirêkên Wanê agahdar e. Jibo çareseriyê soz da. Her wiha wî destnîşan kir ku hin çalakiyên berfireh û girîng yên CHP’ê dê li Wanê bêne lidarxistin.”

'Soz didim emê wê derê zêdetirê pêş ve bibin' - Ji Kilicdaroglu soza Wane
Kiliçdaroglu û Bedîrhanoglu
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Soz didim emê wê derê zêdetirê pêş ve bibin’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *