Sûlava Yuva ya li Westanê bi bedewiya xwe mirov matmayî dihêle

featured
Gundê Yuva/Westan a Wanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sulava li gundê Yuva ya bi ser navçeya Westana (Gevaş) Wanê xemla xwe ya biharê li xwe kiriye û bi bedewiya xwe mirov matmayî dihêle.

Gundê Yuva 66 kîlometre dûrê navenda Wanê ye û 26 kîlomtereyan jî dûrê navçeya Westaneyê. Her sal hejmarek zêde welatî û geştiyar bo dîtina sûlava li wê derê diçin gund. Kesên ku digijin çavkaniya sûlavê dikarin bi hemû bedewiya xwe Gola Wanê jî temaşe bikin. Li deşta ku jêr dimîne gundî, pincar, fasoliyên navûdeng yê Westanê û bo sewalan onceyê diçînin.

Sûlava Yuva ya li Westanê bi bedewiya xwe mirov matmayî dihêle - yuvakoy selalesi 3 1024x576 1

Ev fasoliyên ku li Westanê tên çandin, di mehên Tîrmeh û Tebaxê de têne berhevkirin. Gundî van fasoliyan li ser dezgehên xwe yên li kêleka rê difiroşin.

Gundê Yuva ji 70 malan pêktê û li her baxçeyekî de jî guldexwîn (Ters lale) mezin dibin. Wênekêş her tim tên gund û wêneya van bedewiyan dikişînin.

Sûlava Yuva ya li Westanê bi bedewiya xwe mirov matmayî dihêle - yuvakoy selalesi 1 1024x576 1

Di van salên dawî de bi taybet werzîşwanên kulubên Vadi Doga Sporlari û Patîka Doga Sporlari tevî hejmarek çiyageran bo gund geran pêk tînin.

Sûlava Yuva ya li Westanê bi bedewiya xwe mirov matmayî dihêle - yuvakoy selalesi 2 1024x540 1

Ji nişçecihên gund Sefer Hakan ku li gund çandiniya organîk dike û wiha dibêje: “Sûlava Yuva ji bo me gelek girîng e. Li gund bi saya wê her der hêşîn dibe. Ava wê di demsala zivistanê de kêm dibe û havînan jî zêde dibe. Mirov bi saya sûlavê gundê me nas dikin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sûlava Yuva ya li Westanê bi bedewiya xwe mirov matmayî dihêle

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *