Li Westanê darên fistiqê gul vekir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatîyê bi navê Hasan Sari li navçeya Westanê ya Wanê 13 sal beriya niha şitilên dara fistiqê çandin. Wê çaxê jê re digotin ‘Ev dar li vir şîn nabin, jêke bila biçe’ lê piştî ku dar mezin bûn, niha fistik çêbûne.

Navçeya Westanê ya Wanê, li qerexa Gola Wanê ye û xwedî axekî xêr bû ber e. Li vê derê zebze û fêqiyên cur be cur tên gihandin. Li navçeyê 13 sal beriya niha welatî Hasan Sari, şitilên fistiqa Sêrtê çandin. Gelek kesan digotin ‘Ev dar li vir şîn nabin’ lê Sari, bi israr darên xwe mezin kirin û niha jî dar fistiqan didin. Sari, ku 70 saliye û kêfxweşiya xwe ya jiber mijûlbûna axê tîne ziman, niha hewl dide şitlên hejîrê biçîne. Sari herwiha destnîşan jî dike ger piştgiriyek xurt ji wî re bê dayîn ew ê hilberînek baştir bike.

‘Di destpêkê de şitil di serayê de çandine’

Di dema ku Sari, li Zanîngeha Pişeyî ya li Westanê dixebitî, Midurîyeta Çandiniyê di çarçoveya kampanyaya seravaniyê de li navçeyê 3 sera vekirin. Midûriyetê ji van, yek sera da Sari. Ew piştî wê demê tevî hevalekî ji Sêrtê şitlên fistiqan tîne û li vê serayê diçîne.

Tabî hingê tu kes bawer nake, dara fistiqê ku li cihên germ şîn dibe, Westanê mezin bibin. Encax Sari bi ked û israra xwe dev jê berneda û di dawiya 13 salan de, a niha ji bexçeyê xwe fistiqan berhev dike. Sari, diyar dike, bo ku dareke fistiqê ji şitilê heta dibe dar û fistiq bide, 14-15 sal divê û da zanîn, axa ku fistiq lê şin dibe, dikare dara hêjîrê jî lê şin bibe.

‘Tu saziyan piştgirî nedaye min’

Li Westanê darên fistiqê gul vekir - Li Westane daren fistiqe gul vekirin1

Di berdewamiyê de Sari, derbirî ku jibo piştgiriyê wî serî li gelek saziyên fermî daye, lê heta niha tu saziyan bo piştgiriyê bersiv nedaye wî. Ew dibêje, “Ez îsal wê bi derfetên xwe dest bi aşîkirina daran bikim. Min bo aşîkirinê serî li Midûriyeta Çandiniyê ya Westanê da. Lê bi hinceta ne karê wan ne, piştgirî nedan min.”

Di destpêka ewil de tenê darekê fistiq dane. Piştî wê darê, vê car 9 dar fistiqan didin û her diçe jî ev  hejmar zêde dibe. Sari, dibêje ku du cure fistiq di bexçeyê wî de şîn dibin. Yek ji van fistiqa Sêrtê ye û ya dan jî fistiqa hur e, ku di çêkirina sabûna kezwanê de tê bikaranîn.

Li Westanê darên fistiqê gul vekir - Hasan Sari 1024x682 1
Hasan Sari

Wî darên cur be cur li bexçeyê xwe çandine

Sari, ku li ser çar donim erdê çandiniyê dike, di baxçeyê xwe de darên fêqî yên cur be cûr çandine. Wî darên, hurmiya devecî, sêv, qeysî, alûçe, fişne, gêlas, xox û dartû/tû li baxçeyê xwe çandine û dixwaze darên fêqî yên ku li heremê tune jî biçîne. Herî dawî Sari bang li kesên ku bi çandiniyê eleqeder dibin jî kir û wiha axivî: “Bila her kes car caran, ceribandinan bike. Tu zirara wî tuneye. Lê fistiq êdî li Westanê şîn dibin. En ku dixwazin vî karî bikin, bê tirs dikarin biçînîn. Ger baş bê xwedîkirin, ev dar li Westanê wê baştirin werimê bidin. Niha kîloyek fistqê gelek biha ye. Eger em van mezin bikin, hem wê têra me bike, hem jî emê bikaribin bifiroşin.”

Serhat News

Vîdeo: Zelal Sahidenur Sari

Montaj: Dildar Guler

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Westanê darên fistiqê gul vekir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *