Neviyê Şekir Axa bertek nîşanê Îskender Ertuş da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Neviyê Şekir Axayê eşîra Giraviyan, siyasetmedarê Kurd Selîm Ertaş, biboneya ku xwe wekî neviyê Şekir axa dide pênasekirin, bertek nîşanê axayê eşîra Şerefan Îskender Ertuş da. Ertaş, got, “Tu eleqeya Îskender Ertuş bi me re tuneye”

Axaye eşîra Şerefan a Ertoşî Îskender Ertûş di hevpeyvîna bi Mustafa Ozturkçu yê ji rojnameya Yenî Asyayê de xwe wekî neviyê axayê eşîra Giravî Şekir Aga da nasîn. Siyasetmedarê Kurd Selîm Ertaşê neviyê Şekir Axa ku di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e û ji bo wî stran hatine nivîsandin bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku di navbera wan û Ertuş de bi temamî ti têkiliya xwînê tune ye.

Neviyê Ebubekir axayê kurê Şekir axa û Serokê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yê Wanê Selîm Ertaşê ji Serhat Newsê re axivî û diyar kir ku di têkiliyên eşîrî de faktora herî bingehîn têkiliya xwînê ye û got: “Ti têkiliya xwînê bi me re nîne. Ya duyemîn têkiliya erdnîgarî ye. Têkiliyeke me ya erdnîgarî ya wisa nîne. Eşîd ji bask û babikan pêk tên. Axatî pêwendiyeke bênavber a 7 nifşan divê. Heger ji heft nifşan girêdanek hebe, meriv dibe axa. Encax di navbera me û wî de tu têkiliya xwînî nîne. Her wiha di navbera Giravî û Ertoşiyan de ti têkiliya xwînê ya bi vî rengî nîne.”

‘Ji ber ku pêvajoya hilbijartinê nêzîk dibe ez vê yekê rast nabînim’

Ertaş, anî ziman ku eşîra wan ji du şaxan pêk tê û van agahiyan parve dike: “Giravî bûne du şax. Yê pêşî zarokên Osman Axayê ji Bêşebabê ye. Yê duyemîn jî zarokên Teterxan Axayê ji Şaxê ne. Dema mirov di çarçoveya nivşî de lê dinêre kurê Teterxan  Şekîr Axayê mezin heye. Li pey kurê wî, Mîr Mihemed û dû re jî Emer Axa tê. Kurê Emer, Temer ê û piştî wî Şekir Axayê biçûk ketin rêzê. Piştî Şekir axayê biçûk, Ebubekir û bavê min Hecî Tayyar tên pey wî. Yanî qeyda malbata me wiha ye, em qet nikarin Îskender Ertûş di vê têkiliya xwînê de bibînin. Tu rastiya wê ya civakî, siyasî û çandî nîne.”

Ertaş, anî ziman ku ew ji rewşa ku bi nêzîkbûna pêvajoya hilbijartinê derketiye holê nerehet e û got, “Em rast nabînin ku malbata me bi vî rengî were manîpulekirin û malbata xwe bi vî rengî li pêş bixin. Ji ber vê yekê min xwe mecbûr hîs kir ku vê daxuyaniyê bidim.”

‘Di statuya derebegiyê de ye’

Ertaş dema behsa pêvajoyên dîrokî yên eşîra xwe dike, wiha dibêje: “Malbata me di dîrokê de rastî gelek zehmetiyan hatiye. Ji ber ku di serdema Osmanî û Komara Tirk de her tim li aliyê gel sekiniye, Jiber vê di nava civakê de wedî cihek girîng e. Ji ber vê yekê aliyê pergalê ve nayê pejirandin. Mîr Teterxan û 6 kurên wî li Çelê ku beşek ji Împeratoriya Osmanî bû, di nav mêvanên ku wî vexwendibûn de îdam kirin. Li ser banga Ermeniyên Îttîhat û Terakkî li Şaxê Şekir Axayê mezin hat îdamkirin. Şekir axayê biçûk, di operasyona Alayên Hemîdiyeyê ya li Norduzê de hat kuştin. Li aliyê din Ebubekir Axa dema li Kampa Sêwasê di sirgûnê de bû, bi derziyê hat kuştin. Jiber van tiştan cıvata me qedrekê dide me. Îro yên ku li pêş in, ji bo berjewendiya xwe hevsengiyê diparêzin û ji xwe re esas digirin, di nava sîstemê de serdestiya aborî û siyasî nîşan didin. Ev helwesta Îskender Ertûşê ji Eşîra Şerefan e. Yanî di nav 12 eşîran de serokê eşîra xwe bû. Helbet kevneşopiyeke malbatê heye. Ev yek zêdetir bi statuya derebegtiyê re têkildar e.”

 ‘Armanca Îskender Ertûş manîpulekirina civakê ye’

Ertaş bi bîr xist ku beriya niha jî Ertûş tevlî CHP’ê bûbû û wiha got: “Îro di berbanga hilbijartinê de tevlî CHP’ê bû. Ez dibînim ku ew vê yekê bikar tîne da ku bi rengekî civakê manîpule bike. Ez vê yekê rast nabînim. Di nirxên me yên malbatî û cihê me yê civakê de diyar dibe. Wekî têkiliyek civakî, em di têkiliyek bi tevahî rast û bêbawer de ne. Lê ew ne wisa ne. Mixabin li gorî hevsengiyan mewziyan digire. Îro, di warê aborî de, hewcedariya wî tune. Avaniya eşîrî jî diyar e. Ji ber vê yekê divê civak bizane ku ti eleqeya wî bi me re nîne.”

 ‘Ertoşî ji 12 eşîran pêk tên’

Ertaş, her wiha diyar kir ku çanda eşîrî li herêmê xwedî cihekî gelekî girîng e û got, “Herêm û herêm xwedî çanda eşîrtiyê ye. Ertaş, anî ziman ku Îskender Ertûş jî ji eşîra Şerefan e û yek ji eşîrên Ertoşî ye û wiha dewam kir: “Ne hewce ye ku em bikevin nav mijarên wekî pêkhatin û pêşketina dîrokî ya eşîran. Lê belê dema em li eşîran dinêrin Ertoşî ji 12 eşîran pêk tên. Ev eşîr Êzdînan, Jîrkî, Mamxuran, Gewdan, Şerefan, Xaviştan, Alan, Mehmet Pîran, Xelîlan, Zêwkî, Şîdan û Hacan in. Ev eşîr li hev kom dibin û Konfederasyona Eşîrên Ertoşî ava dikin. Lê belê Giravî ne Ertoşî ne.”

Ertaş di axaftina xwe de behsa peywendiyên eşîra Giravî û eşîrên Ertoşî kir û got, “Li aliyê din giravî hem di warê serdestî, hem jî têkilî û pêşketina wan a li herêmê de, hem pêşengtî kirine û hem jî bandor li Ertoşiyan kirine. Lêbelê, têkiliyên xizmaniyê di navbera wan de hene”

‘Rêya me ji dîrokê heta niha bi Îskender Ertûş re cuda ye’

Herî dawî Ertaş anî ziman ku ew li dijî eşîrtiyê ye û dibêje ku çanda min a eşîrtiyê xwedî rastiyên civakî ye û wiha got: “Ez ji Îskender Ertûş re pêşniyar dikim ku bi rastiya xwe ya madî razî bibe. Rêyên me ji dîrokê ve ji hev cuda bûne. Ne rast e ku beriya hilbijartinê xwe li ser nirxên exlaqî yên kesên din bide jiyandin. Serdestiya tu kesî ji yê din nîne, haya gel ji vê heye. Ev rastî jixwe tê zanîn, ji ber ku dîrokê nîşanên baş û xerab tomar kirine.”

Hûn dikarin ji lînka jêrîn bigihîjin nivîsa Rojnameya Yenî Asyayê:

Lînk: https://www.yeniasya.com.tr/mustafa-ozturkcu/bediuzzaman-sekir-aga-ve-torunu-iskender-bey_507211

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Neviyê Şekir Axa bertek nîşanê Îskender Ertuş da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *