TIR’ên alîkariyê yên şaredariya HDP’î hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaredariya navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê ku di destê HDP’ê de ye bo mexdûrên erdhejê kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Lê alîkariyên hatine berhevkirin ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin desteserkirin.

Roja Duşemê 6’ê Sibatê li navçeya Bazarcix a Mereşê saet di 04. 17’ên erdhejek bi pîle 7,7 çêbû. Heman rojê saet di 13. 24’an de vê car li navçeya Elbîstanê ya Mereşê cardin erdhejek bi pîle 7,6 rû da. Di encama herdû erdhejan de tevî Mereşê li 10 bajarên din, hilweşînek mezin çêbû û bi hezaran welatîyan jiyana xwe ji dest da.

‘Walîtiyê dest daniye ser alîkariyan’

Piştî erdhejê li seranserî Tirkiyeyê bo alîkariyê, li her deverê kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Ye ji van cihan jî navçeya Panûsa Agiriyê bû.

Şaredariya Panosê ku di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo mexdûrên erdhejê dest bi berhevkirina alikariyê kir. Lê walitiyê bi hinceta “Divê hemû alîkarî ji cihêkî bên belavkirin” TIR’ên alîkariyê yên şaredariyê desteser kir. Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer ev yek ji Serhat Newsê re nirxand.

‘Em matmayî mane’

Geçer destnîşan kir ku ji ber biryara qeymeqamtiyê matmayî mane û wiha domand: “Ez di serî de jibo malbatên ku xizmên xwe winda kirine sersaxiyê dixwazim. Wekî şaredarî me bi piştgiriya welatiyên xwe kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Eleqe bo kampanyayê gele baş bû. Hejmarek welatiyan jî daxwaz kir ku bo alîkariyê biçin herêma erdhejê. Di vê çarçoveyê de me alîkariyên hatine berhevkirin, li kamyonan bar kir. Lê hêzên ewlekariyê em asteng kirin û gotin ‘Hûn nikarin bi vî şiklî alîkarî berhev bikin’.”

Geçer got ku kamyonên alîkariyê ji aliyê Walîtî û hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin û ew birine qada berhevkirina alîkariyan. Geçer di berdewamiyê de wiha got, “Me sedema vê yekê ji wan pirs kir. Ji me re hate gotin ku, ‘Divê alîkarî tenê ji cihekî bêne şandin’ Tenê alîkariyên şaredariya me hatine astengkirin. Wekî tê zanîn şaredariyên Stenbol, Enqere, Agirî, Tutax û Gîhadînê alikariyên xwe gihandin cihê erdhejê.”

Geçer ku bertek nîşanê astengkirina alîkariyan da wiha axivî: “Walîtiyê, alîkariyên me bo mexdûran berhev kiribûn, desteser kir û ne li ser navê şaredariyê, li ser navê xwe ji cihê erdhejê re şandiye. Ji me re gotin ku ew jî tenê ji cihekî elîkarî bişînin. Di TIR’a me de sobe, betenî, kinc û pêdiviyên din hebûn. Di vê çarçoveyê de ez dixwazim bipirsim; Çima alîkariyên şaredariya Panosê ya HDP’î hatine astengkirin. Madem we biryarek wisa girtiye, hûn çima li gor vê tevnagerin. Wekî gava din jî min got çima şaredariyên din dikarin bişînin û çima şaredariya HDP’î nikare. Pirsgirêka girîng ev e.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TIR’ên alîkariyê yên şaredariya HDP’î hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *