Tunela Guzeldereyê berbi kutabûnê ye

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Elbak ya Wanê 277 metre ma ku tûpa duyem a Tunela Guzeldereyê bi dawî bibe. Dirêjiya tunelê ku ji du tûpan pêk tê, 3 hezar û 150 metre ye.

Li derbasgeha Guzeldere ya li ser rêbejaya Wan-Colemêrg ku raqima wê 2 hezar 730 metreye, di 2015’an de çêkirina tunelê hat destpêkirin da ku veguhestin ewle be û zivistanê raneweste.

Tunela Guzeldereyê berbi kutabûnê ye - Tunela Guzeldereye berbi kutabune ye 1

Tûpa yekem a tunela 3 hezar û 150 metreyî bi dawî bû û her wiha ma 277 metre ku tûpa duyem jî kuta bibe.

Bi xêra tunela ku ji hêla Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11’em tê çêkirin va ajokar şûna rêya 22 kîlometreyî ya ku ji 32 çivan (vîraj) pêk tê dê tunelê bikar bibin û dê hatûçûneke ewletir û kurtir bikin.

Tunela Guzeldereyê berbi kutabûnê ye - Tunela Guzeldereye berbi kutabune ye 4

Midûrê Rêbejayê yê Herêma 11’em Hasan Ali Arslan diyar kiriye ku, xebatên tunela li Derbasgeha Guzeldereyê ya li ser rêbejaya Wan-Colemêrgê ber bi kutabûnê ne.

Arslan bal kişand ku tunela 3 hezar û 150 metre dirêj e, wekî cot tûp tê çêkirin û tûpa ewil çendek berê bi dawî bû û wiha dewam kir, “Di tûpa duyem da jî 277 metre mesafe maye. Hedefa me ew e ku em qismê mayîn jî bi lez û bez kuta bikin.”

Tunela Guzeldereyê berbi kutabûnê ye - Tunela Guzeldereye berbi kutabune ye 3 1

Arslan destnîşan kir ku xebat bi 30 personelê teknîkî, 150 karker û 40 jî makîneyên kar va tên meşandin û wiha got, “Gava proje temam bibe, mesafeya 2 saet û 15 deqîqeyî ya di navbera Wan-Colemêrgê dê dakeve saetek 35 deqîqeyî.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tunela Guzeldereyê berbi kutabûnê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *