Turkan Elçî li Stenbolê wek parlamenter hat hilbijartin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Turkan Elçî ji herêma sêyemîn a Stenbolê di lîsteyên CHP’ê de wek parlamenter hat hilbijartin.

Hevjîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hatibû kuştin, Turkan Elçî di meha Adarê de beşdarî CHP’ê bûbû.

Turkan Elçî ji Herêma 3’yemîn a Stenbolê di rêza 3’yem de wek namzeta parlementeriyê hatibû destnîşankirin.

Li gorî encamên hilbijartinê ku heta niha hatine eşkerekirin, parlamenteriya Turkan Elçî ya parlamentoyê misoger bûye.

Turkan Elçî kî ye?

Turkan Elçî li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amedê qedand.

15 salan mamostetiya zimanê Tirkî kir, paşê dest ji kar berda û Fakulteya Hiqûqê qedand.

Niha jî di bin banê Baroya Amedê de parêzeriya serbixwe dike.

Piştî kuştina hevjînê xwe Tahîr Elçî, Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî damezirand

Romaneke Elçî ya bi navê “Qijika Şîn” heye. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Turkan Elçî li Stenbolê wek parlamenter hat hilbijartin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *