Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû çap kiriye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Romana nivîskar M. Nûrî Candemîr a bi navê ‘Lixwegerîn’ ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Di romanê de serpêhatiya lehengê romanê Rûgeş ku di dema dayîkbûnê de, diya wî dimire hatiye vegotin.

Naveroka romana ku ji 174 rûpelan pêktê kurtasî wiha ye: “Lehengê romanê Rûgeş dema diwelide, dêya wî dimire. Li nexweşxanê ji gundiyan re gotine ku kurik jî dimire, ne mumukun e sax bimîne. Gundiyên bêçare di zivistaneke sar û seqem de, bi zehmetiyek pir mezin ku ji gundek dûr hatine bajêr, cenazeyê dêya wî digrin û dibin gund. Kurik namire. Paşê nikarin werin bajêr û saxtiya wî jî bikin. Lewra dêya wî di halê mirî de anîne bajêr, bi eynî zehmetiyê jî cenaze birine gund. Rûgeş li êtîmxaneyê mezin dibe. Li vir tenê hîn dibe, navê dê û bavê wî Kewê û Elî ye. Êdî hedefa wî tenê dîtina dê û bavê xwe ye. Rûgeş dixwîne, dibe xwedî kar û şixul, lê di her firsetê de gund bi gund li dê û bavê xwe digere…”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Weşanxaneya Nûbiharê romaneke nû çap kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *