YSP û HDP’ê li Geverê civîna gel li dar xist

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Çepên Kesk û HDP’ê li Navçeya Gever ya Colemêrgê bi tevlubûneke girseyî civîna gel li dar xist.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya avabûna ji nû ve de civînên gel li dar dixin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan, Gulderen Varli, Vezîr Parlak, endamên Meclisa Partiyê (PM) û gelek kes tev li civîna di eywana dawetê de hat lidarxistin bûn.

Hevserokê HDP’a Colemêrgê Lokman Ozdemîr di axaftina xwe ya destpêka civînê de, destnîşan kir ku wan di hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de encamên ku xwestine bi dest nexistin û ew ê ji niha şûn ve zêdetir bixebitin.

Ozdemîr axaftina xwe wiha domand: “Hemû şoreşên dîrokê ne bi hilbijartinan, bi têkoşînê pêk hatin. Her tim qada siyasî bûye bingeha hemû şoreşên serkeftî û destkeftiyên bi bedelên mezin hatine bidestxistin. Em di bingeha siyasî de çiqas xurt bin wê ewqas di demeke kin de destkeftî bên bidestxistin.”

Piştî axaftinan civîna gel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
YSP û HDP’ê li Geverê civîna gel li dar xist

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *