4 fîlmên nû dê vê hefteyê bên nîşandan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vê hefteyê salonên sînemayê wê ji 4 fîlmên nû re malovaniyê bike.

Berdewamiya fîlma Avatarê 1’ê “Avatar: Rêya Avê” piştî 13 salan di salonên sînemayê de wê bê nîşandan.

Di dema nîşandana Avatar 1’ê de vê fîlmê di gîşeyê de rekor şikandibû.

Di fîlma nû ya berdewamiyê de James Cameron dîsa derhêner e, Sam Worthington, Sigourney Weaver û Zoe Saldana di rolên sereke da dileyîzin.

Fîlm bi ser çîroka Jake Sully hûr dibe ku li gerstêrka ‘Pandorayê’ tevlî gelê ‘Navî’ dibe û digel ‘Neytiriyê’ malbatekê ava dike û her wiha gava dijminekî nû belapêjgarî gerstêrka wan dibe, digel gelê ‘Navî’ têdikoşe.

‘Di Tava Nîvro da Stêrk’

Di fîlma “Di Tava Nîvro da Stêrk” a cureya tirsê û dram de ya ku Claire Denisê derhêneriya wê kir, lîstikvanên wekî Margaret Qualley, Joe Alwyn, Danny Ramirez û Benny Safdie leyîstin.

Fîlma ku ji romana bi heman navî ya Denis Johnson hat veguhertin di serdema Şoreşa Nikaraguayê ya di sala 1984an da derbas dibe û qala evîna jineke serhişk a ku ji ber peywirê li Amerîkaya Navîn dijî û ya karsazekî Îngiliz ê ku di dema pêkanîna peywirê da wî nas dike.

‘Keça Şeytan’

Fîlma “Keça Şeytan” a cure tirs a ku Will Klipstine derhêneriya wê kir, qala têkoşîna dê û bavekî dike ku ji bo rizgarkirina qîza xwe hewl didin û ditirsin tiştekî xirab li dû wan e.

Madeleine McGraw, Teal Redmann û Irene Bedard wek serleheng di fîlmê da dileyîzin.

‘Pişîka Sîxur’

Yekane fîlma anîmasyon a hefteyê “Pişîka Sîxur” dixwaze bala anîmasyonhezan bikişîne.

Fîlma berhemanîna hevpar a Almanya û Belçîkayê, Christoph Lauenstein û Wolfgang Lauenstein bi rê va birin û Alexandra Neldel, Axel Prahl, Sylvain Urban û Erik Borner deng danê.

Fîlm qala çîrokeke bikêf dike ku pişîka sîxura taybet Marnie û hevalên xwe tên cem hev û li dijî sûcan têdikoşin. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
4 fîlmên nû dê vê hefteyê bên nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *