AKP’ê li Wanê pereyê xwarina xwe jî nedaye!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatiyê bi navê Ender Gulaçti di sala 2008’an de di xwaringeha bavê xwe de dest bi kar kir. Lê ew di sala 2017’an de ji ber pirsgirêkên aborî neçar ma ku xwaringeha xwe ji yeke din re dewr bike.

Ender Gulaçti, diyar kir ku di sala 2014’an de dema ku Osman Nurî Gulaçar ji AKP’ê namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, Rêxistina Rêya Armûşê ya AKP’ê qasî 90 hezar TL yan ji wî xwarin standine û piştre jî deynê xwe nedane.

Derbarê mijarê de Gulaçti wiha got: “Di sala 2014’an de di dema hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de me ji bo xwarinê bi AKP’ê re peyamek çêkir. Wana ji bo hevalên xwe yên bo hilbijartinê dixebitin rojê du dana xwarin xwestin. Min di nava wê demê de her roj xwarin da wan. Piştî hilbijartinê min fatura bire rêxistina Rêya Armûşê ya AKP’ê. Li wê derê ji min re hate gotin ku ew ê deynê xwe bidin. Lê nedan. Hate gotin ku namzetê wê demê Osman Nurî Gulaçar dê vî deynî bide. Wî (Gulaçar) jî ev yek qebûl kir. Lê ev çend sal derbas bûne hêj jî ev deyn nehatiye dayîn.”

AKP’ê li Wanê pereyê xwarina xwe jî nedaye! - Osman Nuri Gulacar
Osman Nûrî Gulaçar

Di hilbijartinên xwecihî 2014’an de ji bo Şarediraya Bajarê Mezin a Wanê, Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Parêzer Bekîr Kaya wekî namzet diyar kiribû û Partiya Pêşveçûn û Edeletê (AKP) jî Osman Nûrî Gulaçar wekî namzet diyar kiribû. Di hilbijartinê de Kaya ji sedî 53, 19 dengan Şaredartî bidest xistibû.

Pereyê xwarinê nehatiye dayîn

Gulaçti, her wiha dibêje ku bo çareserkirina vê pirsgirêkê wî serî li gelek rayedarên AKP’ê daye lê tu encam bidest nexistiye. Ew dibêje, ji ber ku deynê wî nedane, wî nekariye deynê xwe yê bo esnafên din jî bide, lewra niha van esnafan ew daye îcraye.

Gulaçti, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelek caran diçe cem serokên AKP’ê yên Wanê. Ew piştî ku Osman Nûrî Gulaçar wê çaxê dibe parlamenterê AKP’ê, vê car jî diçe ba birayê Gulaçar ê ku di heman demê de şewirmendiya wî dike û bi wî re hevdîtin dike. Di van hevdîtinan de Gulaçti, îdîa dike ku Gulacar, soz daye ku wî rakin ser kar, lê dibêje ku ev soz jî bicih nehatiye.

Gulaçti bo xizmeta xwarinê çar fatureyan dibire û baca van faturayan jî dide dewletê. Ew dibêje ku AKP’ê qet pere nedaye wî û wiha pêde diçe: “Qet pere nedane min. Ni bi rast e rast ji destan pere dane min, ne jî li holê makbuzek heye. Her wiha pere jî nerazandine ser hebasa min, bo vê dekont jî tune. Derbarê vê faturayê de ez bi gel navenda giştî ya wan re axivîm. Yên li navenda giştî ji min re gotin ku ‘Me ev fature tomar kiriye, (Yanî pereyê wê hatiye dayîn) û pereyê wê jî ji Rêxistina Bajêr re hatiye şandin’ Piştî ku pereyê min nedan, min serî li dadgehê da. Li cem navbeynkar (arabulucu) rêxistina AKP’ê qebûl nekir ku vî pereyî bide. Niha doz çûye ber dadgeheke din. Ez di vê pêvajoyê de gelek mexdûr bûm.”

‘Ez niha nikarim nanekî bibim mala xwe’

Di sala 2014’an de ji qesaban re 60-70 hezar deynê Gulaçti hebû, lê niha ev deyn bûye 700-800 TL. Ew dibêji ku nekariye vî deynî bide, lewra neçar maye dikana xwe dewr bike û ji ber vê 18 xebatkarên wî mane bêkar.

AKP’ê li Wanê pereyê xwarina xwe jî nedaye! - Ender Gulacti
Ender Gulaçti

Gulaçti, dibêje ‘Ez niha nikarim nanekî jî bibim mala xwe” û dide zanîn ku ji ber dozên îcrayê ew nikare di karekî bi sîgorte de jî bixebite. Gulaçti, wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ez welatiyê vî welatîme. Min ji bo vî welatî leşkerî kiriye, xizmet kiriye. Birayê parlamenterê ku bi dengê me çûye parlamentoyê (Behsa Parlamenterê AKP’ê Gulaçar dike) ji min re got, ‘hakim jî dozger jî, dewlet jî polîs jî  em in’ mixabin vê axaftinê ez gelek xemgîn kirim. Dawiya dawî tu bi dengê min çûyî wê derê. Ji baca ku ez didim meaş didin we. Ez wekî welatiyekê li Osman Nûrî Gulaçar digerim bersiv nade telefona min. Hejmara telefona min asteng kiriye. Çewa parlamanterek hejmara welatiyekê asteng dike? Di vê hilbijartinê de gelo dê çewa ji min deng bixwazin.

Gulaçti, destnîşan kir ku ew li her derê hatiye deqkirin û loma nikare li saziyeke dewletê karekî bike. Her wiha ew dibêje ku li Xeta Peywendiya Serokkomariyê (CÎMER) jî gilî kiriye, lê mixabitin wî nekariye encamekî bidest bixe.

‘Nêzî yek milyon TL îcraya min heye’

Gulaçti, di dawîyê de got ku nêzî yek milyon TL îcraya wî heye û wiha derbirî: “Ez wekî ciwaneke 32 salî hêj jî maleke min tuneye. Ya herî kambax jî ew e ku di dema fitarê de diya min ji min re dibêje bo me nanekî bîne. Ez destê xwe diavêjim berûka xwe, lê valaye. Ez nikarim niha ji mala xwe re nanekî bistînim. Ez nikarim heqê xwe bidest bixim. Neçarim, nizanim biçim ku?”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AKP’ê li Wanê pereyê xwarina xwe jî nedaye!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *