Civaknas Turgut: Ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Civaknas Osman Turgut, derbarê rola malbatê ya di têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê de got, “Çavdêriyên me û hin lêkolînên li ser bikaranîna tiryakê hatine kirin didin nîşandan ku, ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye.”

Li Tirkiyeyê bikaranîna tiryakê di nava civakê de bûye wekî ‘Penceşêrê’ û her diçe belav dibe. Nemaze zarok û ciwanên ketine nava tora tiryakê, di nava malbatê de dibin sedema pirsgirêkên kûr. Herî dawî li navçeya Bagcilar ya Stenbolê kesê bi nave Alî S. ku tê îdîakirin tiryakê bikartîne, serê dayîka xwe Hava S. jê kir û da ber agir. Tevî ku dîmenên bûyerê li ser medya civakî hatin parvekirin, pirsgirêka bikaranîna tiryakê cardin kete rojeva Tirkiyeyê.

Civaknas Turgut: Ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye - Civaknas Turgut Ji bo tekosina li hemberi bikaranina tiryake rola sereke ya malbate ye.... 1

Li bajarê Wanê jî bi taybet bi sedema bêkariyê û hin pirsgirêkên, din rêjeya bikaranîna tiryakê di nava zarok û ciwanan de her diçe zêde dibe. Li bajar çend meh beriya niha di otelekî de, du ciwanan ji ber tiryakê jiyana xwe ji dest dabûn. Agahiyên ji hin çavkaniyên fermî hatine wergirtin didin nîşandan ku li Wanê rêjeya temenê bikaranîna tiryakê daketiye heta 12 saliyê. Tevî vê rewşê, malbatên van zarok û ciwanan jî bi pirsgirêkên, derûnî û aborî re rû bi rû dimînin. Zanyar didin zanîn ku di têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê de barê giran dikeve ser milê malbatan û dibêjin hişyariya malbatan ya di vî warî de esas e.

Komelaya ‘Hayatin Renklerî Solmasin (Bila Rengên Jiyanê Neçirmisin) li Wanê ji sala 2017’an vir ve di vî wari de xebatan dimeşîne. Komeleyê heta niha li hemberî bikaranîna tiryakê çendîn piroje dane meşandin û hêj jî van xebatan didomîne

Civaknas Turgut: Ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye - Civaknas Turgut Ji bo tekosina li hemberi bikaranina tiryake rola sereke ya malbate ye 5

Me bi damezrîner û serokê komeleyê, Civaknas Osman Turgut, re bi ser rola malbatê ya li hemberî zarok û ciwanên tiryakê bikartînin, hevpeyvînek pêk anî.

*Hûn dikarin, bo ku rê li ber bikaranîna tiryakê ya zarokan be girtin, behsa rola malbatê bikin?

Çavdêriyên me û hin lêkolînên li ser bikaranîna tiryakê hatine kirin didin nîşandan ku, ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye. Nîşandana eleqe, heskirin, ewlehî, piştgirî û piştevaniya malbatê, ji bo rêgirtina li hemberî bikaranîna tiryakê ya zarokan, rolek esasî dilîze. Dema ku zarok an ji ciwanan, di nava malbatê de van hestewariyên taybet dîtin, wê ji rewşên ku wan arasteyî bikaranîna tiryakê dikin, ji dûr bikevin. Dîsa, helwestên baş yên dayîk û bavan, têkiliyên rêkûpêk yên navmalbatî, derfetên aborî yên malbatê, rewşa civakî û çandî (Sosyokulturel) ya malbatê di vî warî de, hemanên esasî ne.

Civaknas Turgut: Ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye - Civaknas Turgut Ji bo tekosina li hemberi bikaranina tiryake rola sereke ya malbate ye 6
Osman Turgut

*Têkiliyên di nav malbatê de, gelo tesîrek çewa li ser bikaranîna tiryakê dike? Hûn dikarin vê yekê ji me re vebêjin?

Hemû mirov di nava malbatekî de jiyan dikin. Cara ewil, mirov dinava malbatê de dikeve nava hin têkiliyan. Eger ev têkilî baş neyê hûnandin, di rojên pêş de, endamên malbatê bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû dimînin. Yanî, dema ev têkilî li nava malbatê tunebe û hemû danûstandinên di navbera zarok û day-bavan de, li ser bingeha tirsandin an jî tundiyê bê avakirin, weheye ku ev zarok di nava demên pêş de berbi bikaranîna tiryakê ve biçin. Wekî mînak, dema zarok li derva rastî pirsgirêkekê hat, bikare, bi malbatê re vê pirsgirêka xwe parve bike û hin danûstaninan ava bike, em dikarin bêjin ev têkiliyek baş e. Berevajî vê rewşê, ger malbat nêzikatiyeke wiha nîşanê zarok nede, xetere wê derkeve holê û dibe ku zarok bo ku bikare xwe ji van pirsgirêkan dûr bixe, dest bi tiryakê bike. Kurtasî em dikarin bêjin têkiliyên di nava malbatê de, ji bo rê li ber girtina bikaranîna tiryakê ya zarokan gelek girîng e.

*Ger, di nava malbatê de kesekî tiryakê bikartîne hebe, li gor we ew ê bandorek çewa li ser têkiliyên malbatê wê bike?

Ger di nava malbatê kesekî ku tiryakê bikartîne hebe, wê ahenga malbatê serûbin bike. Di mijara bikaranîna tiryakê de malbat tenê serê xwe nikare pê re têbikoşe. Ev yek dinava malbatê de dibe sedema tramvayan. Di vê rewşê de, gotina derewan, mijarên aborî, bikaranîna tundiyê an jî rûbirû mayîna tundiyê, di nava malbatê dibe sedema aloziyên kûr. Wekî çewdêrî em bêjin, êdî pirsgirêk, ne tenê ya kesekî ye, bi tevahî ev pirsgirêk êdî dibe ya malbatê.

* Ji bo ciwanên ku tiryakê bikartînin, gelo di nava malbatê de, divê hevkarî û perwerdeyek çewa bê dayîn?

Beriya hemû tiştî, pêwîste, malbat hem bi ciwanê hînê tiryakê bû ye û hem jî bi serê xwe  perwerdehiyên têkoşîna li dijî bikaranîna ‘Cixare, Alkol û Tiryakê’ (SAMBA) werbigire. Di vî warî hevkariya bi saziyên civaka sivîl, komele, saziyên tenduristiyê û saziyên din re gelek wê baş be. Lewra, ger ev perwerdehî û têkîlî neyên bicih anîn, wê çaxê dibe ku malbat bi agahiyên şaş bikeve nava hin hewldanên xelet. Her wiha têkilaya di navbera malbatên ku bi heman pirsgirêkê dijîn jî ji bo çareseriyê rêyeke pir girîng e û encamên gelek baş derdixe holê.

* Di warê bikaranîna tiryakê ya zarokan de, bandora dayîk û bavan roleke çewa derdixe holê?

Tê zanîn ku helwêsta dayîk û bavan di bikaranina tiryakê de gelek bi bandor e, wek mînak zarokên ku di nav malbateke beyî eleqe mezin dibin, ji ber ku mekanîzmaya kontrolê tune ye, di warê tiryakê de bêtir dikevin nava xeterê de. Di hawîrdora malbata otorîter a zordest de, ji ber ku zarok li malê nayê qebûlkirin û her tim tê rexnekirin û rûbirûbûna rewşên neyînî dibe, ber bi tiryakê ve diçe, bêsînoriya ku di malbatên zêde destûr û tolerans de ji zarok re tê dayîn, ku di nava wê rehetiyê de zarok arasteyî bikaranîna tiryakê bibin. Ji ber ku di malbatên kamilparêz de gelek bendewarî li ser zarok têne danîn, zarok ji bo ku bi van dijwariyên hestyarî re rû bi rû bimîne dibe ku tiryakê bi ser bikeve.

Bi gotineke din, di navbera helwêstên netendurist ên malbatê û tiryakê de têkiliyek nêzîk heye

Osman Turgut kiye?

Civaknas Osman Turgut, li navçeya Payizava ya Wanê ji dayîk bûye. Wî dibistana seretayî û ya navîn li Wanê qedandiye û di sala 2001’an de ji Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê mezûn bûye. Niha di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herema Wanê de dixebite.

Turgut, ji sala 2010’an vir gelek projeyên perwerdehî û hinkirinê yên bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê meşandine. Hêj jî van xebatan di bin siwaneya Komelaya Hayatin Renklerî Solmasin de berdewam dike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Civaknas Turgut: Ji bo têkoşîna li hemberî bikaranîna tiryakê rola sereke ya malbatê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *