Ciwan ref bi ref berê xwe didin Paritaya Kesk a Çep

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

HDP, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wê di bin sîwaneya Partiya Keskan a Çep de tevli hilbijartinê bibe. Heta niha hejmarek zêde welatiyan bo ku di lîsteyên parlamenteriyê de cih bigirin, serlêdan kirine. Di nava van kesan de bahreke mezin jî ciwan hene. Yek ji van ciwanan jî Azat Înan e û wî li Agiriyê serlêdan kiriye. Înan ku eslê xwe ji Bazidê ye, dibêje ku di vê hilbijartinê de berpisyariyên mezin dikevin ser milê ciwanan û wî jî di vê çarçoveyê de serlêdan kiriye.

Ji bo bernamzetiyê welatiyan bo ku bibin parlamenter serlêdanên xwê di navbera 17-25’ê Adarê de pêk anîn. Partiyên siyasî hem ji bo hilbijartina serokkomariyê hem jî bo parlamenteriyê tifaq ava kirine û wê di bin banê van tifaqan de tevli hilbijartinan bibin. Beriya niha HDP’ê jî eşkere kiribû ku ew ê di bin banê Partiya Keskan a Pêşeroza Çep (Yeşîller Sol Gelecek Partisi) de tevli hilbijartinan bibin. Îsal hejmareke zêde ciwanan jî bo parlamenteriyê serî li partiyê dane.

Ciwanê bi navê Azat Înan jî yek ji van ciwanan e. Înan,  26 salî ye û Beşa Genetîk û Biyoendezyarî ya Fakulteya Endezyarî û Avahîsaziya Zanîngeha Kastamonuyê qedandiye. Pişt re ew li Laboratuvara Genetîka Penceşêrê ya Enstituya Onkolojî ya Fakulteya Tibê (Çapa) ya Zanîngeha Stenbolê xebitî. Înan ku li Agiriyê tevli xebatên siyasî yên HDP’ê bûye, wekî bernamzet serlêdan kiriye.

‘Ciwan xwedî rolekî pêşeng in’

Înan destnîşan kir di doza azadiya gelê Kurd a li ser esesa hemwelatîbûna wekhev de, ciwan xwedî rolekî pêşengin û wiha domand: “Ji ber vê sedemê ciwan her tim dibin armanca zihniyeta faşîst û feodal. Lê jehrkuja (panzehîr) faşîzmê ciwan in. Min, li hemberî kesên ku bo domandina îktîdara xwe ciwanan bê perwerde dihêlin, wan a arasteyê hişbir, fihuş, bêkarî û metîngeriyê dikin, serlêdan kiriye. Di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan, ji bo pirsgirêkên eklolojîk û civakî; divê bi nêrîna ciwanan hin rêyên çareseriyê bêne afirandin.”

Înan, di berdewamiyê de rexneyên xwe yên li hemberî pêkanînên deshilatê rêz kir û wiha got, “Deshilat li dijî fikr û ramanên cuda yên ne li gor xwe, êrîş dike. Ez jî bona ku li hemberî vê yekê bisekinim bûme bernamzet”

Înan wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ez, ji bo ku bi rêya siyasetê li ber hiquqê hesabê ji failên, heqaretê li rûmeta gelê Kurd dikin, îradeya gel bi rêya diyarkirina kayuman binpê dikin, berpisyarên qetilkirina Denîz Poyrazan, Kemal Kurkutan û gelek hevalên din, bûme bernamzet.

‘Ez amade me’

Di dawiyê de Înan wiha got: “Divê li dijî zihniyeta ku zimanê Kurdî yê kevnar ku xwedî dîroka bi hezaran salan e, weke ‘zimanekî nenas’ bi nav dike û hewl dide zimanê kurdî li hemû cîhanê asteng bike, têkoşîn bê meşandin. Ez jî wek her ciwanê Kurd yê birûmet, amade me ku di çarçoveya îradeya partiya xwe de xizmeta gelê xwe bikim.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ciwan ref bi ref berê xwe didin Paritaya Kesk a Çep

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *