Dengekî zîz û efsûnî Rewşan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend a Kurd Rewşan, destnîşan kir, tiştekî gelek asayîye ku nifşên a niha hewl didin pişta xwe bidin stranên kevin û ji van stranan feyz bigirin.

Mûzîkjena Kurd Rewşan ku eslê xwe ji Tetwana Bidlîsê ye û bo konserekê bide hatibû Wanê derbarê xebat û mûzîka xwe de ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin. Ew dibêje dema hêj di 13-14 saliya xwe de, birayê wê jê re Kemanek kiriye û dîyar dike ku bi vî avayî wê dest bi jiyana xwe ya mûzîkjeniyê kiriye.

Rewşan destpêkê de kêxweşiya xwe ya jiber hatina Wanê anî ziman û got, “Ez gelek keyfxweş bûme ku hatime Wanê. Bo malovaniya guhdarvanên Wanê, ez spasiyan dikim. Guhdarvanên Wanê gelek bi kelecan û coş in.”

‘Hebûna dengbêjan tesîrek pir mezîn daye’

Di berdewamiyê de Rewşan balkişand ser girîngiya denbêjên Herema Serhedê û wiha diyar kir, “Di erdnîgariya Serhedê de rastî jî dengbêj gelek gelek girîngin. Hebûna wan di warê mûzîka kurdî de tesîrek pir mezin daye ser hemû hunermendên Kurd. Ez jî ji Serhedê me û helbet tesîra dengbêjên Serhedê li ser min jî heye.”

‘Ez jî ji Serhedê me’

Hunermend Rewşan ku dibêje xalên wê jî dengbêj bûne û tesîra wan a li ser xwe jî bi van gotinan anî ziman: “Çend xalên min ên dengbêj jî hene û min gelek caran stranên wan yên ecêp ji wan guhdar kirine ku hêj jî em nizanin. Loma ev çandekî pir pir girîng e. Ez ji jî yekî Serhedî me, helbet ez dikarim bêjim qirika min biçek wî alî ve çûye. Lê ez dengbêjî nabêjim. Bêhtir dikarim stranan bêjim ne ku kilaman bêjim.”

Dengekî zîz û efsûnî Rewşan - Dengeki ziz u efsuni Rewsan Celiker 2
Rewşen

‘Gelek formên mûzîka Kurdî û ya Ermenkî dişibin hev’

Derbarê mûzîkên Kurdî û Ermenkî  de jî Rewşan balê dikişîne ser cînartiya herdû gelan û wiha dibêje: “Mûzîka Kurdî û mûzîka Ermenkî di nava gelek salan de cînartiya hev kirine. Ev cînartî dostaniyeke gelek xweş di navbera mûzîkjenan de çêkiriye. Tesîra Radyoya Êrîvanê û mûzîkjenên ku wê demê, em bêjin wekî îcrakar, alîkariya hunermendên Kurdan kiriye. Tesîrek bi vî avayî çêbûye.”

Di vê mijarê de ku Rewşan dirêji dide axaftina xwe got ku formên her dû terzên mûzîkan jî dişibin hev û ev agahî dan: “Gelek amûrên me hevparin. Gelek formên mûzîka Kurdî û mûzîka Ermenkî dişibin hev û gelek stranên me yên hevpar jî hene. Yanî stranek ku ez ji dibêjim, ‘Şar Hêşînokê’ û ‘Meyro’ herdu zimanan de jî di nava gel de cih girtiye. Loma girînge ku meriv bêhtir cudatiya gelan, hevpariya gelan bêxin pêş jibo aştiyê jibo dostaniyê û jibo aramiyê.”

‘Xebatên jinan cihê keyfxweşiyê ye’

Rewşan her dîsa wekî jinek hunermend behsa xebatên hunermendên jin jî kir û keyfxweşiya xwe ya bo xebatên jinan anî ziman; “Van salên dawî ez dikarim bêjim, hunermendên jin ên Kurdan gelek gelek pêjve diçin, gelek berhemên xweş didin serkeftinek û peşveçonek di vî warî de di hunera jinan de mirov dikare bi çavê xwe bibîne. Ev jî kêyfxweşiyek mezin dide me.

Dengekî zîz û efsûnî Rewşan - Dengeki ziz u efsuni Rewsan Celiker 1
Rewşan

‘Her ciwakek ji folklora xwe feyz digire’

Hunermend Rewşan derbarê xebatên xwe yên mûzîkê de jî got ku tiştekî gelek asayîye ku nifşên a niha hewl didin pişta xwe bidin stranên kevin û ji van stranan feyz bigirin.

Rewşan di vê mijarê de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çavkaniya me yani mûzîka traksiyonel ê. Em bi van stranan mezin bûn. Tiştekî gelek gelek bi normale ku nifşên a niha hewl didin pişta xwe bidin van stranan û ji van stranan feyz bigirin, qabîliyeta xwe û feyza xwe di vî warî de kar bînin. Her civak wisa dike. Her ciwak ji folklora xwe feyz digire. Dixwaze ji wê derê çavkaniyekê hilde. Ev jî dike ji wir feyzê distinîn û berhemên xwe jî ji ser koka xwe li ser zimanê xwe ava bikin.”

‘Min liser xûşkaniyê stranek çêkiriye’

Rewşan herî dawî têkildarî projeyên xwe yên dawî de jî wiha pêde çû: “Min li ser hevaltîya jinan, li ser xûşikbûne stranek gelek şîrîn û xweş çêkir. Ev stran helbet wê di nava demê de bêhtir cihê xwe bigire. Stranên nû besteyên nû mixabin di nav gel de wusa zû bi zû cihê xwe nagire. Gelek sedemên wê hene em dikarin bi rojan, taybetî li ser vê mijarê bipeyvin. Stranên anonîm ên kevin em dikarin bêjin bêhtir tên guhdarkirin. Li ser besteyên nû mesafeyek di navbera min û gel de heye. Belê li nav demê de ewê jî bibin stranên klasîk, ew jî wê bibin mîrateyek zimanê Kurdî.”

Serhat News

Vîdeo/Montaj: Dildar Guler

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dengekî zîz û efsûnî Rewşan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *