Dêra dîrokî li ber wêranbûnê ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dêra Surp Stepanos a li navçeya Bêgirî ya Wanê wekî hin berhemên dîrokî yên li heremê ji qedera xwe re hatiye terikandin. Dîroknasê Hunerî Fatîh Guden, destnîşan kir ku hima bêje temamî wêran bûye li heremê ji aliyê dîrokî ve berhemek pir girîng e û daxwaz kir ku ev der were parastin.

Dêra Surp Stepanos li navçeya Bêgiriya Wanê, kontara çiyayê Axsorikê li qeraxa çemê Bendîmahiyê ye. Dêr di sedsala 17’an de hatiye çêkirin û ji du beşên jêr û jor pêk tê.

Beşa jêr kevintir demê de hatiye çêkirin

Beşa jêr li gor ya jor kevintir e û di navbera sedsalênn 11’emîn û 12’emîn de hatiye çêkirin. Lê, roja me ya îroyîn hima bêje beşa jor bi temamî xerabûye û niha tenê dîwarê jêrê xuya dibe.

Bûye armanca xizînegeran

Wekî berhemên din yên dîrokî ev der jî bûye armanca xizînegeren û hatiye wêrankirin. Lê dîsa jî ev der her sal ji aliyê hejmarek zêde geştiyaran ve tê ziyaretkirin.

Carekê hatiye restorekirin

Li gor kitabeyên ser diwarên dêrê ev der di navbera sedsalên 13’emîn û 17’emîn de carekê hatiye restorekirin. Herwiha çapxaneyek jî wê demê hebûye û gelek berhemên girîng yên destnivîsî jî li vir hatine nivîsin.

Du helbestvanên Ermen li vir jiyan kirine

Aliyê din ve çun hatine bo dêrê boneya ku rê tuneye bi wesayîtan ne pêkan e û tenê peyarêyekê dikare mirov xwe bigihînin wê derê. Dîsa li gor çavkaniyên dîrokî li vê dêrê du helbestvanên Ermen jiyan kirine.

‘Divê ev dêr bê parastin’

Dîroknasê Hunerî Fatîh Guden dibêje ku wekî gelek berhemên dîrokî ev dêr jî piştî Şerê Duyan yê Cîhanê ji qedera xwe re hatiye terikanidin û wiha axivî: “Niha tenê aliyê salona Dêra Surp Stepanosê li ser piyan maye. Mixabin, ev dêr jî wekî gelek berheman ji qedera xwe re hatiye terikanidin. Pêwîste ku ev dêr bê parastin. Divê bo parastina van deran tetbîr bêne wergirtin daku jibo nifşên nû bimîne.”

Dêra dîrokî li ber wêranbûnê ye - fatih güden 1024x683 1
Fatîh Guden

Serhat News

Drone: Bariş Aslan

Vîdeo-Montaj: Zelal Sahîdenur Sarî

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dêra dîrokî li ber wêranbûnê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *