Derbarê leşker û cerdevanan de doza gendeliyê hat vekirin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Erxeniyê ya Amedê, derbarê 38 kesên di nav de leşkerên pilebilind û hin cerdevan jî heyî de bi tohmeta “wergirtina bertîlê” doz hat vekirin. Bo 38 kesan, ji 20 salan heta 350 salan cezaya girtîgehê tê xwestin.

Li navçeya Erxenî ya Amedê, derbarê fermandarê berê yê Fermandariya Cendirmeyan a Erxeniyê Efser Ahmet Eren, birayê wî Çawişê Pispor Soner Eren ku her du girtî ne û 36 kesên din de bi hinceta “gendelî” û “wergirtina bertîlê(ruşvet)” doz hate vekirin.

Li gor îdianameya dozgeriyê, kesên tohmetbar di 36 bûyerên cuda de bertîl wergirtine.

Li gor îfadeyên di îdianameyê de, Ahmet Eren li hember tayînkirina cerdevantiyê ji xelkê pere wergirtine, rê daye qaçaxçîtiya petrolê, ji cerdevanan wek bertîl çek wergirtiye, kesên bertîl nedane weke PKK’yî tawanbar kirine û derbarê wan de girtename nivîsandine.

Dîsa li gor îdianameyê ku di çapemeniyê de cih girtiye, Ahmet Eren rê daye barhilgirên ku ji mafê xwe yê yasayî zêdetir genim bar kirine û li hember jî bazirganên genim Ahmet Eren şandine Umreyê.

Herwiha di îdianameyê de hatiye nivîsandin ku Eren ji malbateke xwîndar otomobîlek wergirtiye, rê daye qaçaxçîtiya petrolê, du zarokên xwe belaş şandine dibistaneke taybet, li hember bertîlê delîl ji holê rakirine, raporên bûyerên trafîkê guherîne, li hember tayînkirinê bertîl wergirtiye.

Eren di dema gendelî û sextekariyê de navê generalên artêşê bikar aniye. Herwiha kesê bi navê Murat Altin di wergirtina bertîlê de navbênkarî kiriye.

Di îdianameyê de ji 38 kesan re ji 20 salan heta 350 salan cezaya girtîgehê tê xwestin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derbarê leşker û cerdevanan de doza gendeliyê hat vekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *