Doza karkerê di konaxa walî de miribû birin DMME’yê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mahsum Dogu, tevî roporên “alerjiya bêhn û tozê’ di dema dermankirina baxçeyê konaxa walî ya li navçeya Artemêtê de bi jehriyê ket û jiyana xwe ji dest da. Parêzerê malbatê Murat Tîmur ku doza Dogu biriye DMME’yê got, “Di serî de rêveberiya qeyum, berpisyarê vê mirinê rêveberên şaredariyê ne”

Xabetkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mahsun Dogu, ku wekî operatorê kepçeyê li şîrketa Belvan Ulaşime ya Şaredariya Bajarê Mezin dixebitî, di 2’yê Tîrmeha 2020’an de, bi ser biryara midûrê şirketê yê erkdar ji vir hate wergirtin, di Serokatiya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hate peywirdarkirin.

Dû ra Daîreya Serokatiya Tenduristiyê ew li navenda dermankirinê ya Miduriyeta Şaxa Parastin û Tenduristiya Heywanan de jibo xebatên dezenfekteya COVÎD-19’ê hate diyarkirin.

Dogu, di sala 2015’an de ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargil a Amedê rapora “Alerjiya bêhn û tozê” wergirtiye. Di raporê de tê gotin ku “Ew nikare cihên lê toz, bêhn û dû heyi de bixebite”

Tevî vê raporê Dogu, di 18’ê Nîsana 2020’an de jibo dermankirina baxçe û dîwarên konaxa walî ya li navçeya Artemêtê hatiye peywirdarkirin. Wê rojê piştî karê dermankirin bi dawî dibe, Dogu aciz dibe û tîmên tenduristiyê tên wê derê û Dogu dibin nexwaşxaneyê. Piştî ku wî radikin beja lezgîn ya nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê, ew di 30’ê Cotmeha 2020’an de li vir jiyana xwe ji dest dide.

Parêzerên malbata Dogu, li ser vê yekê derbarê berpisyaran de dozê vedike. Lê dadgehê di 14’ê Hezîrana 2021’an de biryar da ku hewceyê lêkolînê nîne. Parêzerê dozê Murat Tîmur îtîraz li vê biryarê kir serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Piştî ku vê dadgehê jî îtîraz red kir, Tîmur, doz bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME)

Tîmûr, anî ziman ku tu zanîna Dogu ya jibo vê peywirê tunebû û tevî vê bo vê xebatê hatiye tayînkirin. Tîmur ev yek wekî ‘Mobîngê’ nirxand û got, “Weke ku tê zanîn piştî qeyûm hat tayînkirin, gelek personel ji kar hatin dûrxistin û hin personelan jî hatin veguhestin.”

‘Bêyî alavên parastinê ew birin dermankirinê’

Tîmûr îdia kir ku Dogu û du hevalên wî di 18ê Hezîrana 2020an de ji bo dermankirina baxçe û dîwarê konaxa walî hatine wezîfedarkirin, lê şaredariyê bêyî alavên parastinê bide wan ew şandine ser kar û wiha got: “Dema ew rakirine nexweşxaneyê, teşhîsa yekem jehrîbûn bû. Di anjiyografyaya ku hat kirin de tu pirsgirêk bi damaran re nehat dîtin. Tevî ku rêveberên şaredariya qeyûm diyar kirin ku kesê mirî ji bo ku berpirsyariya xwe negire ser xwe di karê dermankirinê de nexebitî, lê belê ew personelê alîkariyê ye jî, îfadeyên kesên ku bi hev re dixebitîn vê yekê di derewîne. Ji ber vê yekê rêveberên din ên şaredariyê, bi taybetî jî qeymeqam ji mirinê berpirsyar in.

‘Dozgeriyê daxwazên me negirt’

Tîmur diyar kir ku wan xwestiye ku dîmenên konaxa walî û hin delîlên din ên têkildarî bûyerê di dosyeyê de cih bigirin û wiha got: “Dîsa li dijî rapora tiba edlî ya gumanbar îtîraz hat kirin, lê dozgeriyê tu daxwazên me qebûl nekir. Nirxandinên li ber çavan. Tevî ku kesê mirî ti pirsgirêkên tenduristiyê tunebû û dema karekî metirsîdar dikir jiyana xwe ji dest da, lê Serdozgerê Komarê yê ku li ser bûyerê lêkolîn kir, pêwîstî bi cih neanî û bi armanca parastina gumanbarên bûyerê tevgeriya.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Doza karkerê di konaxa walî de miribû birin DMME’yê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *