Gelê Wanê bo hatina Erdogan: Tu hêvîyên me bi hatina wî nîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, wê 11 Hezîranê roja Şemiyê bê Wanê. Welatiyên ku hatina wî nirxandin, dibêjin, di serî de pirsgirêkên aborî, bo çareseriyê, tu hêviyên wan ji hatina Erdogan nîne.

Piştî serlêdana Serokê Giştî yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya Wanê, vê car jî bajar dê ji Serokkomar û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan re malovaniyê bike. Erdogan di 11 Hezîranê roja Şemîyê wê li bajar tevî hin merasîmên vekirina tesîsan bibe û çend hevdîtinan bike.

Beriya serdana Serokkomar Erdogan, me mikrofonên xwe yên Serhat Newsê ji welatiyan re dirêj kir. Welatîyan hest û nêrînên xwe yên derbarê serdana Serokkomar de wiha bi me re parve kirin.

‘Bila hilbijartin pêk werin’

Welatîyê bi navê Îlhan Kiliç ku beriya niha karê înşaatê dikir û dibêje jiber krîza aborî bêkar maye, anî ziman ku tu hêviya wî ji hatina Serokkomar Erdogan nîne û wiha axivî: “Erdogan dê were bo me çi bike? Dê çi bêje me? Gundê me hatiye şewitandin. Me neçarî koç kir. Jiber krîza aborî êdî nan destê me nakeve. Hatina wî valaye. Wî welat wêran kiriye, dê niha çi bêje. Em nikarin ji zarokên xwe re tiştek bistînin, ji xwe re avahiyekî çêbikin. Êdi em ji xwe bêjar bûne. Ez dixwazim hima vê hefteyê jî be, hilbijartin pêk werin.”

Gelê Wanê bo hatina Erdogan: Tu hêvîyên me bi hatina wî nîne - ilhan kilic 1 1

‘Ew çi bike jî li ber çavê me şirîn nabe’

Dayîka 7 zarokan Şîrîn Aksu jî derbarê serdanê de hêstên xwe anî ziman û wiha pêde çû: Ew çibike jî nikare li ber çavên me şirîn be. Hevjînê min piştî diyar kirina qeyûm 3 mehan girtin avêtin girtîgehê. Ni bêkar e. Zarokên min hene ez nikarin debara xwe bikim. Demildest lazime ev pirsgirêk bêne çareserkirin”

Gelê Wanê bo hatina Erdogan: Tu hêvîyên me bi hatina wî nîne - sirin aksu 2 1

‘Gelê Wanê dizane wê dengên xwe bide kî’

Welatiyê bi navê Feyzullah Kaya ku ew jî bêkar e got ku gelê Wanê baş dizane wê dengên xwe bide kî û wiha domand: “Ger ew bo dengan tê se, bila qet neyê. Em dengên xwe nadin wî. Torbeyek arvan bûye 500 TL. Tevî vê ji me re dibêjin were rojê bo 100 TL yan bixebite. Ev kar wiha naçe.”

Gelê Wanê bo hatina Erdogan: Tu hêvîyên me bi hatina wî nîne - feyzillah kaya 1 1

‘Em nikarin tiştek bistînin’

Ayhan Kaya jî dibêje ew li benda çareserkirina pirsgirêkan in û wiha got: “Em şerpereze bûne. Nikarin tiştek bistînin. Bûhayê rûn û arvan gelek zêde bûye. Li hin malan 10 zarok hene. Ew nikarin debara xwe pêk bînîn. Em ji vê rêveberiyê kêfxweş nînin. Di înşaatan de jî êdî em nikarin kar peyda bikin. Ev dê heta ku wiha biçe.”

Gelê Wanê bo hatina Erdogan: Tu hêvîyên me bi hatina wî nîne - Ayhan Kaya 1

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Wanê bo hatina Erdogan: Tu hêvîyên me bi hatina wî nîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *