Girtiyê neşweş tevî ku cezayê wî xelas bûye jî naye berdan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtiyê nexweş Îzzettîn Sevîlgen ê di Girtîgeha Giresûnê de tê ragirtin, tevî ku cezayê wî xelas jî bûye nayê berden.

Îzzettîn Sevîlgen li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê tê ragirtin. Sevîlgen yek ji girtiyên nexweş e û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Tehliyeya wî ji 17’ê Hezîrana 2022’yan ve ev bû cara çaremîn tê taloqkirin. Divê ku Sevîlgen bihata berdan lê di 10’ê Nîsanê di çarçoveya biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê de nehat berdan û tehliyeya wî 6 mehên din jî hat taloqkirin.

Sevîlgen di sala 1992’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hat girtin û cezayê mubedê lê hat birîn. Ji bo Sevîlgen neyê berdan îdia dikin ku girêdana wî ya bi rêxistinê re didome û vê yekê dikin hêceta taloqkirina berdana wî. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtiyê neşweş tevî ku cezayê wî xelas bûye jî naye berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *