Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê li Wanê dar hatin çandin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi mebesta bîranîna qurbaniyên Erdehên Mereşê li Wanê ji aliyê ÇEVDER’ê ve dar hatin çandin.

Komeleya Piştevanî û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (WAN ÇEVDER) ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li Taxa Adiyaman a Wanê dar çandin. Piştî çandina daran, ji çapemeniyê re daxuyaniyek hate dayîn. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Wanê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê li Wanê dar hatin çandin - WhatsApp Image 2023 04 05 at 14.07.38 1024x768 1

Parêzer Jiyan Ozkaplan li ser navê komê daxuyanî xwend û bal kişand ser êrişên li ser xwezaya herêmê. Ozkaplan, diyar kir ku li Tirkiyeyê her ku diçe birîna daristanan zêde dibe û wiha got: “Bi taybetî em li Kurdistanê bi polîtîkayên bêdaristaniyê re rû bir û ne. Ji bilî daristanên di pêvajoya şer a li Kurdistanê tê meşandin de, di salên dawî bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hezaran dar ji kokê hatin jêkirin û polîtîkayên bêdaristanî û bêmirovkirinê didomin.”

 Ozkaplan, bi lêv kir ku di erdhejên Mereşê de ji ber mekanizmayên li ser bingeha rantê hilweşîneke mezin çêbû û wiha berdewam kir: “Bi hezaran mirovan û zindiyan jiyana xwe ji dest dan û hema bêje jîngeh ji holê rabûn. Desthilatê piştî vê karesatê bi heman hişmendî, bi rêbazên ne demokratîk û ekolojîk bilez ket nava pêvajoya çêkirina avahiyan. Ev yek ji ber rant û sedemên polîtîk in. Em çalakiya xwe ya danîna daran diyarî kesên îsal di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Em hemû civakê vedixwînin ku ji bo çandina şitilan bi me re hevpariyê bikin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê li Wanê dar hatin çandin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *