Ji bo rojnamevanan Dîwanxaneya Dengbêjan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglu, di diwanxaneya xwe ya dengbêjan de ji bo endamên çapemeniyê bernameyek taybet lidar xist.

Tevî Seyranoglu, meyjenê (balaban) navdar Mamoste Çetîn û zarokên wî yên meyjen jî tevli bernameyê bûn.

Di bernameya ku bi tevlibûna hejmarek zêde rojnamevan bi rêve çû de, Seyranoglu li gel meyajen Mamoste Çetin çend stran û klamên dengbêjiyê pêşkeş kir.

Piştî bernameyê dengbêj Îsmaîl Seyranoglu daxuyaniyek da Serhat Newsê û spasyiyên xwe pêşkeşî hemû rojnamevan kir.

Seyranoglu, destnîşan kir ku wana bi taybet ev şeve bo rojnamevanan lidar xistiye û wiha pêde çû: “Ev şeve me bi taybet bo rojnamevanan li dar xistiye. Ji ber ku heta niha gelek xem ji me xwarin. Ev 2 sal û 4 mehe ez li vê dere me. Van 2 sal û 4 mehan de, wextê wê nexweşiyê de jî ewan gelek alîkarî da me û hatin vê derê. Hem ji bo wêne kişandinê an jî bo nûçeyêkê. Xeynî vê ji bo sax û silametiyê hatin. Me jî got ku em çayekî dostane bidin wan. Ez cardin spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim.”

Ji bo rojnamevanan Dîwanxaneya Dengbêjan - Ji bo rojnamevanan Diwanxaneya Denbejan1 1
Dengbêj Îsmaîl Seyranoglu

Her wiha Seyranoglu, bi çend hevokan qala xebatên xwe jî bi me re parve kir û wiha got, “Di nava van 2 sal û 4 mehan de ev der ne wisa bi rêkûpêk bû. Ji ber ku hem pandemî hebû. Ji bilî pandemiyê jî heta me karûbarê vê derê pêk anî dem derbas bû. Ji 4-5 mehan wêdetirê, hatinçonekî qewî çêbû. Gelek însanên ku di aliyê hunerê de têgihiştî û zana hatin vê derê. Hem me hin tişt ji wan hîn kir, hem jî wana hin tişt ji me hînbûn. Niha em li vê derê tevî çend şagirtan xebatên xwe dimeşînin.”

Bername piştî gotina stran û klaman bi dawî bû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji bo rojnamevanan Dîwanxaneya Dengbêjan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *