Ji hiqûmetê derheqê efûya giştî de daxuyaniyek nû

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê îdiayên efûya giştî de got ku ev mijar heta niha qet nehatiye rojeva wan.  

Mijara efûyeke giştî ev demek e di rojevê de ye. Yekem îdiaya di derbarê vê mijarê ji parlamenterê berê yê HDP’ê û wezîrê berê yê Pêşketinê Muslum Dogan hat. Dogan di daxuyaniyeke xwe de behsa hûrgliyên efûyê kir û got dê di 29’ê Cotmehê de Efuyek Giştî bê ragihandin û girtiyên siyasî jî  dê ji vê efûyê siûd werbigirin.

Parlamenterê berê yê HDP’ê Muslum Dogan got: “Min ev zanyarî ji hevalekî xwe yê parlamenter wergirtin. Ji bo aşitiya civakî tekezî li ser vê mijarê hatiye kirin. Bi taybet ku Komara Tirkiyê dikeve sedsala xwe ya duyemîn tekezî li wê hatiye kirin ku di 29’ê Cotmehê de bikeve meriyetê. Bi vê armancê xebatên li ser efûya giştî destpê kirine. Ev efû dê girtiyên siyasî jî li xwe bigire. 10 hezar kes ji ber nerîna xwe ya siyasî yan girtî yan jî hikumxwarî ne.”

Piştî van gotinên Dogan çavê malbat û xizmên bi sed hezaran girtiyan li benda bersiveke hikumetê bûn, lê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî  civîna Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya Partiya xwe ev îdîa redkirin û got ku di rojeva wan de tiştek wiha tuneye.

Çelîk li ser pirsa “Di rojeva we de efûyeke giştî yan jî xebata efûyeke bertengkirî heye?” wiha got: “Heta niha mijareke wiha ne di Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî de nehatiye nîqaşkirin. Qet nehatiye rojevê.”

Li gor daneyên Wezareta Dadê ya, li Tirkiye bi giştî 399 girtîgeh hene. Kapasîteya van girtîgehan 289 hezar û 974 kes in, lê ji 1’ê Çileya 2023’an û şûnde 341 hezar û 497 kes li girtîgehan dimînin. Wate 54 hezar û 523 girtî ji wê kapasîteyê zêdetir in.

Li Tirkiyê bi taybet piştî têkçûna pêvajoya aşitiyê û hewla darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hejmara girtiyan di zêdebûnê de ye. Di 10 salên dawî de ku van herdu serdeman li xwe digire derdora 200 hezar girtî li girtîgehên Tirkiyê zêde bûne. Êdî di girtîgehan de cih nemaye û girtî li bendê ne ku hikumet deriyê zindanan bi ser wan de veke. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji hiqûmetê derheqê efûya giştî de daxuyaniyek nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *