Ji Parlamenterê HDP’ê Temel, derbarê gulebarankirina penaberan de pêşniyarnameya lêpirsînê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê HDP’î Tayîp Temel ji bo lêkolînkirina gulebarankirina wesayîta penabare ya li Wanê pêşniyarnameya lêpirsînê da serokatia meclîsê û daxwa kir ku di meclîsê de komîsyona lêkolînê bê avakirin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel derheqê gulebaran kirina wesayîta penaberan ya li gundê Karahisara bi navçeya Seraya Wanê de bi daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê pêşniyarnameya lêpirsînê da Meclisê.

‘Îro êdî wesayîtên penaberan têne gulebarankirin’

Di hinceta pêşniyarnameyê de hate diyarkirin ku li dijî penaberên ku sînoran derbas dikin û tên Tirkiyeyê, gotinên nîjadperest û nefretê tên bikaranîn û wiha hate gotin: “Ji ber vê sedemê jî penaber dibin hedefa tundiyê. Penaberên ku ji cih û warên xwe hatine kirin, bi taybet jî li ser sînorê Tirkiye-Îranê ji sermayan diqerisin, wesayîtên ku heta devî tê de hatine bicihkirin qeza dikin û jiyana xwe ji dest didin. Lê belê îro êdî di wesayîtên lê siwarî de bi awayekî bêperwa tên gulebarankirin û qetilkirin û birîndarkirin.”

‘Wesayît ji aliyê cendirme û cerdevanan ve hatiye gulebarankirin’

Di berdewamiyê de bûyara li Wanê qewimîyê hat bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Wesayîta ku penaber tê de bûn, li Seray a Wanê ji hêla leşker û cerdevanan ve hate gulebarankirin. Zarokekî 4 salî yê di wesayîtê de hate qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Bi mebesta rapirsîn, lêkolîn, çavdêrî û tespîtan; şandeyeke ji Şaxa OHD’a Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a KESK’ê ya Wanê û  Goç-Der a Serhedê hate avakirin. Şandeyê têkildarî bûyerê li şêniyên gund guhdarî kirin. Lê belê şandeyê nekarî bi penaberên birîndar ku li nexweşxaneyê tên dermankirin hevdîtinê bike. Her wiha şandeyê xwest ku bi Fermandariya Qereqola Cendirmeyan re hevdîtinê bike lê ev daxwaz nehate qebûlkirin.”

Di hincetê de hat destnîşankirin ku li gorî raporê hêzên ewlekariyê zarokek qetil kiriye û 12 kes jî birîndar kirine.

Temel, herî dawî jî xwest ku ji bo lêpirsîneke bibandor a derheqê hêzên ewlekariyê de, bidawîkirina polîtîkaya necezakirinê û pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî ku hêzên ewlekariyê dibin sedem, li meclisê komîsyoneke lêkolînê were avakirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Parlamenterê HDP’ê Temel, derbarê gulebarankirina penaberan de pêşniyarnameya lêpirsînê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *