Ji ŞanoWanê kargeha şanoyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ŞanoWanê bo lîstikvanên nû yên şanoyê bigihîne dest bi kargehên şanoyê kiriye. Şanoger Bêrîvan Budakbeyoglû têkildarî kargehê de bo pêkanîna qeydan bang li ciwanan kir.

ŞanoWan a ku di sala 2017’an de wekî ‘Tiyatro Mencel’ li Wanê hatibû avakirin û piştre navê xwe guhertibû, bo lîstikvanên nû yên şanoyê bigihîne kargehên şanoyê lidar dixe. Di kargehan de dersên lîstikvanî, drama û jixwebewerî tên dayîn.

Kargehê di 15’ê Mijdarê de dest pê kir. Ciwanên ku dixwazin tevli perwerdehiyê bibin wê bikarin heta 15 Kanûnê serlêdanê bikin.

Perwerdeya kargehê ku dê ji aliyê lîstikvanên ŞanoWan ve bê dayîn, wê hefteyê 2 rojan û bi giştî 3 mehan berdewam bike.

Lîstikvana ŞanoWan Bêrîvan Budakbeyoglû banga tevlîbûna kargehê şanoyê kir.

‘Em dixwazin şanoyê mezin bikin’

Budakbeyoglû anî ziman ku wan di 15’ê Mijdarê de dest bi serlêdanan kirine û beriya niha du caran kargehên şanoyê pêkanîne. Budakbeyoglû diyar kir ku ew wek ŞanoWan ne tenê şanoyê dilîzin, di heman demê de bi kargehên curbecur perwerdehiya şanoyê jî didin û wiha got: “Yek ji armanca me ya sereke ew e ku hem şanoya xwe çêbikin hem jî bi perwerdeyên ku em ê bidin şanoyê mezin bikin. Ji bo vê jî em dixwazin. Ji bo perwerdeyê bidin ciwanan. Me du caran kargehên şanoyê li dar xist. Ev kargeh hem ji bo me hem jî ji bo kesên hatin kargehê bûn bi kelecan bû.”

 Perwerde wê bi Kurdî bên dayîn

Her wiha Budakbeyoglû destnîşan kir ku bi kargehên ku ew ê li dar bixin armanc dikin ku xebatên xwe berfireh bikin û wiha domand: “Di vê kargehê de dê perwerdehiya lîstikvaniyê, daram, jixwebewerî bê dayîn. Helbet kargehên me dê bi Kurdî bin û em kêfxweş in. Tevlîbûna ciwanan a komxebata kargehên berê kelecanek mezin da me. Ji ber ku piştre bi dilxwazî beşdarî lîstikên me bûn û alîkariya me kirin. Em bang li ciwanan dikin ku ji bo kargehê bila bên qeyda xwe bikin.”

Serhat News

(lg)

Jêder MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ŞanoWanê kargeha şanoyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *