Keştiya penaberan bin av bû

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Behra Egeyê, keştiya ku herî kêm 68 penaber tê de bûn ji ber rewşa hewayî ya nebaş bin av bû.

 Keştiya penaberên ku piranî Efxanî, Îranî û Misrî tê de bûn li Derbenda Kafîreasê ya di navbera giravên Adre (Andros) û Egrîboz (Evîa) ên Behra Egeyê de binav bû.

Li gor zanyariyan li heremê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û heta niha 9 kes hatine rizgarkirin. Hat ragihandin ku di keştiyê de herî kêm 68 kes hebûn.

 Ajansa Mezopotamyayê di nûçeya xwe ya ku spartiye televîzyona dewletê ya Yewnanistanê ERT’ê de diyar kiriye ku penaber ji bajarê Îzmîr ê bi rê ketine.

Rojnameya Kathimeriniyê jî da zanîn ku ji ber bagera zêde, operasyona rizgarkirinê bi zor û zehmet dimeşe.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Keştiya penaberan bin av bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *