Komîsyona Baweriyan ya HDP’ê li Wanê penelek li dar xist

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê li Wanê bi ser mijarên “Di îslamê de ked, aştî û edalet” panelek li dar xist

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê panela “Di îslamê de ked, aştî û edalet” li dar xist. Panel li Salona Konferansê ya Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Azîz Yural a pêk hat. Endamên komîsyonê Dîba Keskîn, Emîn Ay û Îbrahîm Sungur beşdarî panela bûn. Moderatoriya panelê ji aliyê Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî ve hat kirin.

Endamê Komîsyonê Emîn Ay di destpêka panelê de axivî û diyar kir ku HDP siyaseta rojane nake û wiha pêde çû:“HDP her tim bûye xwedî polîtîkaya baweriyê. Ji wê demê ve wisa bûye. Di kevneşopiya siyasî ya ku HDP berdewama wê ye, her tim komîsyoneke baweriyê heye. Niha ji bo ku xebatên li ser vê mijarê baştir bên meşandin, hin tablo hatine amadekirin. Armanca me ew e ku em pirsgirêkên civakê ragihînin û çareser bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ay destnîşan kir ku maseya Îslamê dê li dijî kesên ku baweriyên olî yên civakê îstîsmar dikin têbikoşe û wiha domand: “Îslam zilm û zordarî qedexe dike. Kiryarên ku li ser navê Îslamê tên kirin, di Îslamiyetê de cihê xwe nagirin, kuştina kesekî, piştî kuştinê bi rojan li kolanan li ber çavên zarokên xwe man, di Îslamiyetê de cihê xwe nîne. Kesên ku diyar dikin ku ew li ser rêya olê ne, polîtîkayên ku bi Îslamê re li hev nayên dikin, ev jî nîşan dide ku axaftina wan çiqasî pûç e. Ji xwe re olek ava dikin û jê re dibêjin Îslam.”

Endama Komîsyonê Dîba Keskîn jî bal kişand ser girîngiya ol û alimiya di civakê de û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Divê mirov li gorî ziman û çanda civakê tevbigere, ji ber vê yekê alim xwedî roleke girîng in. Civakek bêalim nabe, divê alim ji bo civakê bixebitin. Ji bo vê yekê Maseya Îslamê ev 2 sal in kar dike. Me lêkolîn li 15 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Îro dema ku hin kes bi dîn û baweriyê ji xwe re mal û milk distînin û li serê dewlemend bûne li aliyê din jî beşek civakê feqîr dibe û tenê dikare nanê pîvazan dibîne û em vê yekê qebûl nakin.”

Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê û endamê Komîsyonê nivîskar Îbrahîm Sunkur jî di axaftina xwe de qetlîamên li dijî sivîlan şermezar kir û wiha got: “Ez van êrişên li dijî kesên bêçek, gundî û gundan şermezar dikim. Li ser navê îslamê gelê me feqîr dikin û li gel dimêtin.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Komîsyona Baweriyan ya HDP’ê li Wanê penelek li dar xist

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *