Li Colemêrgê 10 gundî hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyonekî leşkerî hatiye destpêkirin û di dema operasyonê de, 10 gundî hatine desteserkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, vê sibê ji aliyê Hêzên Artêşa Tirk ve li gundên Darê, Memkava, Nêbarê û Kaport ên bi ser navçeya Gevar a Colemêrgê operasyonekî leşkerî hatiye destpêkirin.

Li gor heman nûçeyê ku spartiye çavkaniyên heremî, di dema operasyonê de li gundê Memkavayê piştî, lêgerîna malan, 10 gundî ji aliyê leşkeren ve hatine desteserkirin.

Navên desterkiriyên ku hatine hînbûn wiha ne: “Zenûre Ozkaplan, Zîna Ozkaplan, Adîle Ozkaplan, Jiyan Ozkaplan û Îlham Ozkaplan.”

Hat ragihandin ku, kesên hatine desteserkirin, ji Midûriyeta Ewlekariyê ya Geverê re hatine veguhestin û piştî li vir îfadeyên wan hatine wergirtin, ew şandine dadgehê.

Hat zanîn ku parêzeran xwestin bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin lê destûr nehat dayîn.

Derbarê operasyon û desteserkirinan de ji Walîtiya Colemêrgê heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Colemêrgê 10 gundî hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *