Li Efxanîstanê erdhej bi dawî nabin: Heta niha 2 hezar mal hilweşiyane

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Efxanîstanê, piştî erdheja di 22’yê Hezîranê de rû dabû û bûbû sedema zirareke mezin, duh jî dîsa li bajarê Feyzabadê ku dikeve bakurê rojhilatê wî welatî erdhejek bi pileya 4.3’an rû daye.

Li gor agahiyên ji Saziya Lêkolînên Jeolojîk ya DYA’yê (USGS) hatine wergirtin, erdhej di kûrahiya 220 kîlometreyan de hatiye tomarkirin û navenda erdhejê 48 kîlometre li başûrê rojavayê gundê Jurm ê eyaleta Bedexşanê ye.

Hezar kesî jiyana xwe ji dest daye

Ji aliyê din ve piştî erdheja bi pileya 5.9’a ku duh li rojhilatê welêt pêk hatibû û di encamê de herî kêm hezar kes miribû û hezar û 500 kes jî birîndar bûbûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li wî welatî ji ber nebûna ceyran û barana zêde heta danê sibêya îro hatibûn sekinandin.

Serokê Amerîkayê talîmata alîkariyê daye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden aşkere kiriye ku wî “telîmat daye saziyên pêwendîdar ku alîkariyên pêwîst bidin Afganistanê”.

Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê erdhejê de daxuyaniyek daye û li ser nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine, ragihandiye ku li herêma erdhejê nêzî 2 hezar xanî hilweşiyane.

Rayedarên Talîbanê jî bang li civaka navneteweyî kirine û daxwaz kirine ku di zûtirîn demê de alîkarî ji bo welatê wan bê şandin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Efxanîstanê erdhej bi dawî nabin: Heta niha 2 hezar mal hilweşiyane

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *