Li Herema Kurdistanê 4 cerdevan hatin kuştin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li herema operasyona Pençe-Kilîdê, di encama pevçûnên di navbera TSK û PKK’ê de 4 cerdevanan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor nûçeya Rûdawê ku ji çavkaniyên heremî ragihandiye, li herama Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ya Herema Federal a Kurdistanê ya Iraqê, di navbera Hêzên Artêşa Tirk û PKK’ê de şer derketiye. Hat ragihandin ku di encama pevçûnan de 4 cerdevanên ji navçeya Şemzînana Colemêrgê jiyana xwe ji desd dane.

Navên cerdevanên hatine kuştin wiha ne: Bulent Vermez, Veysî Sebîk, Hacî Kemal Îmece û Avnî Demîr.

Îdîa:3 leşker jî hatine kuştin

Herwiha hat îdîakirin ku di encama heman pevçûnan de 4 leşkeran jî jiyana xwe ji dest daye. Lê heta niha derbarê van mijaran de rayedarên Artêşa Tirkiyeyê tu daxuyanî belav nekirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Hêzên Çekdar ên Tirk, (TSK) di 17’ê Nîsanê de li hemberî PKK’e bi navê Pence-Kilîd ku ji Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê pêktê, operasyonek dabû destpêkirin û hêj jî ev operasyon berdevam e.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Herema Kurdistanê 4 cerdevan hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *