Li Îranê, di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di nava 6 mehên destpêka îsal de 354 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norveçe ye, da zanîn ku di meha Hezîranê de li Îranê 52 kes hatine bidarvekirin. Her wiha rêxistinê ragihand ku di nava 6 mehên destpêka sala 2023’an de herî kêm 354 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Li gorî rapora rêxistinê; di meha Hezîranê de herî kêm 14 girtiyên Belûc û 5 girtiyên Kurd hatin bidarvekirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di meha Gulanê de jî 142 kes hatine bidarvekirin û bûyerên bidarvekirinê di meha Hezîranê de ji sedî 63 kêm bûne.

Di berdewamiya raporê de, daxuyaniya Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amiry-Moghaddam jî hate parvekirin. Amiry-Moghaddam, bang li civaka navneteweyî dike ku li dijî cînayetan bêdengiya xwe bi dawî bike û xwedî helwest be. Amiry-Moghaddam her wiha daxwaz kiriye ku ji bo xelaskirina girtiyên cezayê îdamê lê hatiye birîn, bikevin nava hewldanan. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê, di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *