Li Şirnexê 45 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Şirnexê di encama serdagirtinên malan de 45 welatî hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, ekibên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Şirnexê navçeyan Hezex, Cizîrê û Silopî yên Şirnexê operasyonên hevdem lidar xistine. Hat ragihandin ku di encamê serdagirtina mal û kargehan de 45 kes bi hinceta ku “Di Newroz û mitîngên hilbijartinê de slogan berz kirine û kevir avêtine polîsan” hatine desteserkirin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê li Tirkiyeyê operasyonên bi hinceta ‘PKK’ê zêde bûne û di encamê de bi sedan alîgir, endam û rêveberên HDP’ê hatine desteserkirin û girtin.

Li gor daneyên Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nuray Ozdogan ku 5’ê Gulanê eşkere kiribûn; tenê di nav mehekê de ji endam û rêveberên partiya wan 295 kes hatine desteserkirin û 61 kes jî hatine girtin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şirnexê 45 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *