Li Şirnexê pevçûn: 3 leşker û cerdevanekê jiyana xweji dest da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezarata Karên Navxweyî daxuyand ku li Şirnexê di encama pevçûnê de 3  leşkeran jiyana xwe ji dest daye û cerdevanek jî birîndar bûye. Her wiha hate ragihandin ku di heman şêrî de 3 endamên PKK’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Karên Navxwe bi daxuyaniyekê ragihandiye ku li herêma Besta ya Şirnexê di dema operasyonekê de, di navbera hêzên ewlehiyê û endamên PKK’ê de şer derketiye.

Wezaretê, destnîşan kiriye ku, di şer de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û cerdevaneke ewlehiyê jî bi giranî birîndar bûye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heman şerî de 3 endamên PKK’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê jî derbarê heman şerî de nûçeyek parve kiriye û tê gotin ku di encama şer de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.

Ajansê her wiha diyar kiriye ku cerdevanê binavê Cevher Kaçan ê ji Gundê Zivarkika navçeya Qileban a Şirnexê jî di vî şerî de jiyana xwe ji dest daye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şirnexê pevçûn: 3 leşker û cerdevanekê jiyana xweji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *