Li Tirkiyê zêdetirê 36 milyon kes deyndarê banqeyan e

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yekîtiya Bankayên Tirkiyê (TBB), eşkere kir ku li Tirkiye hejmara kesên ku ji bankayan kredî kişandine gihiştiye 36 milyon û 500 hezar kesan. Li gor daneyên TBB’ê her wiha di nava 8 mehên dawî yên îsal de hejmara deyndarên bankayan ku derbarê wan de şopandina yasayî hatiye destpêkirin milyonek û 91 hezar kes zêde bûye. Derket holê ku, herî zêde li heremê deyndarên bankayan zêde bûne.

Li gor daneyên TBB, îsal deynê welatiyan ê kredî kartan bo bankayan %55.4 zêde bûye û ji 208 milyaran derketiye 323 milyar û 800 milyon TL’yan ku dike 17 milyar dolar.

Di saleke dawî de rîska deynê kredî kartan ên kesayetî herî zêde li bajarên wekî Kilîs, Şirnex û Rihayê yên heremê bilind bûye. Rîska deynên kredî kartan li Kilîsê %98.7, li Şirnexê %85.2 û li Rihayê %84.5 zêde bûye.

Li gor daneyan heta dawiya meha Tebaxê hejmara deyndarên kredî kartan ku derbarê wan de şopndina yasayî hatiye destpêkirin milyonek û 91 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 4 milyon û 158 hezar û 602 kesan. Herwiha hejmara kesên ku ji bankayan kredî kişandine gihiştiye 36 milyon û 500 hezar kesan.

Bi tevahî deynê kredî kartan û deynê krediyên kesayetî yên welatiyan bo bankayan heta dawiya meha Tebaxê ya 2022an %40 zêde bûye û gihiştiye trilyonek û 346 milyar lîre, ku dike 70 milyar dolar.

Serhat News

(lg)

Jêder Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tirkiyê zêdetirê 36 milyon kes deyndarê banqeyan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *