Li Ukraynayê di encama êrîşa Rusyayê de 19 kes hatin kuştin

featured
Wêne:VOA Kurmanci
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rayedarên Ukranyayê ragihandin ku di encama êrîşa muşekî artêşa Rusyayê de li bajarê Odesayê 19 kesan jiyana xwe ji dest daye.  

Wezareta Rewşa Awarte ya Ukrayna derbarê bûyerê de gotiye li gundê Serhiivkaya bi ser navçeya Bilhorod-Dnistrovskyi muşekek bi avahiyekê ketiye û bi temamî avahî hilweşiyaye.

Berdevkê rêvebirîya herêmî ya Odesa Serhiy Bratchuk diyar kir ku li gundê Serhiivkayê herî kêm 16 kesên jiyan ji dest daye. Wî her wiha da zanîn muşekeke din, li navendeke havîngehekê ketiye û yek jê zarok 3 kes jî li vir can ji dest dane.

Bratchuk ragihand ku li heremê xebatên rizgarkirinê didomin.

Li gor nûçeya VOA Kurmanci, Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov armanckirina sivîlan red kir.

“Ez dixwazim peyîvên Serok Putin bi bîra wê bixim ku gotibû Hêzên Çekdar yên Rûsî bi armancên sivîl re kar nakin,” .

Hejayî gotinê ye ji destpêka dagirkirina Ukyna ya ji hêla Rûsya ya di 24’ê Sibatê vir ve bi hezaran sîvîl hatine kuştin.

Rûsya vê dagirkeriyê wek operasyoneke taybet ya leşkerî bi nav dike, lê Ukrayna û welatên Rojava wek şerekî nerewa yê dagirkerîyê dibînin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Ukraynayê di encama êrîşa Rusyayê de 19 kes hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *