Li Yunanistanê hejmara qurbaniyên qezaya trênê derket 57 kesî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rayedarên Yunan, ragihandin ku hejmara kesên ku di encama qezaya trênê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 57 kesan û 6 jê giran 48 jî birîndar hene.

Rayedaran dîyar kir ku heta niha 56 kes jî winda ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Rayedar, bal dikşînin ku jiber şewata piştî qelibîna du trenan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dijwarî didomin û bo diyarkirina nasnameyên hin cenazeyan jî ji xizmên wan bo testa DNA’yê mînak tên berhevkirin.

Wezîrê Derve yê Yunnanîstanê Nikos Dendiasi jî li ser medya civakî spasîyên xwe jibo peyamên sersaxî û piştevanîyê pêşkêş kir û wiha got, “Em spasîyên xwe li hemî gelê cîhanê dikin ku hevgirtina xwe bi gelê me re dîyar kiriye. Em ji hemî kesên ku peyameke bi vî rengî ya piştevanîyê raberî nûnerên me yên dîplomatîk û balyozxane û konsulosxaneya me kirine, re spas dikin.”

Hêja yî bîrxistinê ye ku ew rûdana lihevqelibîna trenê, bûyera herî kujer ya sisêyan ya dîroka Yunanistanê ye û Atîna jibo qurbanîyan 3 roj şîna netewî ragihandibû. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Yunanistanê hejmara qurbaniyên qezaya trênê derket 57 kesî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *