Mexdûra erdhejê Çevlîk: Ji bo min tiştekî bikin!

featured
Mexdûra erdhejê Seçîl Çevlîk
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê du erdhejê mezin çêbûn. Welatiya bi navê Seçîl Çevlîk, ku tevî wê hevser û kurê wê jî di erdhejê de birîndar bûye, dibeje ku mala wê xerabûye û tu cihek tuneke lê bimîne.

Erdhejên Mereş û Hatayê bandor li ser 13,5 milyon welatiyan kiriye. Her wiha zêdetirê 40 hezar kesan jî di encama van erdhejan de jiyana xwe ji dest daye û nêzî 105 avahî jî an hilweşiyane an jî zirarek mezin dîtine.

Piştî erdhejê li cem tiyê xwe bicih bûye

Mala welatiya bi navê Seçîl Çevlîk a li Mereşê jî di erdhejê de hilweşiyaye. Piştî mala wê xerabûye Çevlîk çûye gundê Kîrazli û li cem tiyê xwe bicih bûye. Mala tiyê wê jî ji ber erdhejê wêran bûye.

Mexdûra erdhejê Çevlîk: Ji bo min tiştekî bikin! - 20230206 hatay deprem 2 1 1024x649 1

Çevlîk, dibêje ku hevserê wê bi şivantiyê debara malê pêk tîne û ji bilî vê ji tu çavkaniyên debara wan tuneye. Çevlîk a ku du zarokên wê hene diyar dike ku her dû keçên wê di dema erdhejê de li wargeha xwendekaran de bûne û bi sedemê erdhej beyî ku birîndar bibin, derbas kirine. Çevlîk, tevî hevser û kurê xwe di erdhejê de birîndar bûne û hevserê wê bo dermankirinê birine Enqereyê. Kurê wê jî ji Qeyseriyê re hatiye veguhestin û niha ew li Mereşê tenê maye.

‘Xweziya tiştek bi mala min nehata…’

Hevserê wê heta niha sê caran emeliyat bûye û metirsiya birîna piyê wî jî heye. Ew dibêje ku kurê wê jî ji destên xwe birîndar bûye bo ku astengdêr nemîne, kurê wê jî dê bê emeliyatkirin.

Mexdûra erdhejê Çevlîk: Ji bo min tiştekî bikin! - maras depremzede1

Çevlîka ku niha li gund tenê dimîne wiha got, “Mala min tuneye. Rûxiya çû. Xweziya tiştek bi mala min nehata… Cihekî min tuneye ez lê bimînin. Niha di konde tena serê xwe dimînim. Mi sobeyeyek teneke standiye û ez ê wê jî îro deynim.”

‘Destekî dirêjî min bikin’

Çevlîk ku di şevekê de hemû jiyana wê ser û bin bûye, banga alîkariyê dike û wiha dibêje: “Tu dahatiya min tuneye. Min xwe spartiye tiyê xwe. Mala min tuneye. Cendirmeyan bi zorê konek daye min. Çi ji destê we tê bila bê, bo min tiştekî bikin. Destekî dirêjî min bikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mexdûra erdhejê Çevlîk: Ji bo min tiştekî bikin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *