MIROV

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

   Mirov çi ye? Gelek feylezof û ramangêran tiştên cuda cuda gotine. Her kesê fikrên cuda û xususiyetên têvel lêbarkirine. Mirovên berê digotin ma mirov çî ye? Hestî , goşt û xwîne. Gava belayek , tiştek nebaş dihat serê wan, ev gotine digotin. Raste mirov hestî, goşt û xwîne. Ev peyve aliyê wî yên fizikî rewa dikin. Lê aliyên wî yên têvel ji hene. Sinc, wîjdan û manewî… Van taybetiyan jî ji cîvakê digirin. Teşeyê manewî cîvak dide mirov. Hemû dirûvan di van pêl û baskên malbat û pergalê cîvakê de werdigire. Çand û pergalê cîvakê bandorê li dirûvgirtina kesayet û ramanên mirov dike. An ku mirov bi ava malbat û cîvakê tê avdan. Ra (kok) û baskên cîvakê jiyanê dide kesan. Kes li gorî pergalê hatiye avakirin û mezin kirin. Mirov neynîka malbat û cîvakê ye.

   Ez ê li ser aliyekî mirov yê cuda rabiwestim. Mirov di nav giyandaran de yê herî cudaye. Xwedî taybetiyên têvele. Ev taybetiyên wî li gel ruhdarên din yê li cihanê dijîn nîn in. Bes li gel mirovan hene. Ev taybetî ji ev in; çavnebarî, hêrs, hesûdî, çavbirçitî û zikreşî. Ev xususiyet tenê di kesayeta mirovan de berhevbûne. Li giyanliberên din de tiştek wisa em rast nayên. Zînwerên din ji wek mirovan di pêvajoyek peresandinê  de bihurine. Xwe li gorî mercên xwezayê guhartine û pêvajoya peresandina xwe tekûz kiriye. Di peresandin , xweza mirovan de taybetiyên sosret hatine holê. Li gorî Darwîn ajalên din ji di fikir in.  Gotinek kurdan ya kevnar ya heye dibêje:” ker ker e çarekê dikeve heriyê” Ev gotine ji vê taybetiya keran nîşan dide , ku ker ji di fikir in û çarekê şaşitiyê dikin. Li ba ajalên din hêrs , çavbirçitî, hesûdî zikreşî û çavnebarî nîn e. Jîndarên din gava têrbîn pêwistiyê bi xwarina zêde nabibin. Heta birçî nebin li dû çer û xwarinê nagerin. Çavnebariyê bi hêz , xweşikatî û serkeftina hemcinsên xwe naînin. Li hember hevdu zikreş nîn in. Zikreşî ew e ku xêr û pêşketinê ji bo yekî din naxwazin. Heke ji dest were hemû astengî û tengahiya derdixin pêşiya hevdu. Ev taybetiyên ajalan nîn in. Lê mixabin çi jîndar wekî mirovan zikreş nîne. Zikreşî di xwezaya mirov de heye. Gotinek pêşiya ji bo zikreşiyê wiha dibêje, “Heke zikê te da be tu dê xwe bavêjî avê”. Ajal ne çavbirzine. Mirov çavbirçî ye. Têr ji be dîsa xwarinê dixwaze. Lê heke şêrek birçî be, gava nêçira xwe kir û zikê xwe têr kir. Êdî xezalek were kêleka wî an ji li ber pozê wî be ji êrişê nabe ser. Heta birçî nebe nêçira didûyan nake. Hemû ajal wisa ne li gorî birçî bûn û pêwistiya jiyana xwe tevdigere. Lê mirov tiştek sosret e. Hewcehiya wî pê nebejî dîsa dixwaze. Têrnabe, herdem li pê çavbirçîtiya xwe diçe. Ev taybetiya wî ji mantiqa wî ya nijandinê tê. Hemû nîgaşên wî li ser dewlemendiyeke çavbirçîbûnê ye. Mirov gava birzî dibe hima bêrêpîvan dixwe heta zikê wî diwerime û nexweş dibe. Ya din ji ferazeta nijandinê bi mirov re heye. Ji pêdîviyên xwe zêdetirîn mal, milk û xwarinê dinijînine. Mal û xiza yê zêde desteser dike û bi yên hewcehî pê heyî re parvenake. Ji bo xwe tê dinijînine. Çavên mirovan çi çaran têr nabin. Wekî mezînan gotî,”encax çavên mirovan ax têr bike.”

Çavsoriya mirovî çi tişt têr nake. Azwerên mirovan bêterbiyene. Nayên têr kirin. Herdem tiştekê dixwazin, gava ew tişt destxist vêcarê tiştek din ê nû dixwazin. Pêşî li hêrsbûna xwe nagirin. Azwerên mirov wekî lawirekê di mejî û ruha mirov de ye. Ji bo êrişan amadeye. Wekî lawirekî devbixwine. Hêrs bi xwe re çavnebarî , zikreşî û çavbirçîbûnê tine. Maka her sê taybetiya ye. Zulfî Lîvanelî di romana xwe ya ‘Huzursuzluk’ de wiha çavsorêyî (hêrs) şirove dike: Peyveke kevn a erebî ye. Ew peyvên azwerî, çavbirçîtî, azwerî, azwerî ku hûn dizanin ji vir hatine girtin. Harese ev e lawê min: tu dizanî ji hêştiran re dibêjin keştiyên çolê, ev heywanê pîroz sê hefte bê xwarin û vexwarin, birçî û tî di çolê de dimeşe û dimeşe; ew qas domdar e. lê di çolê de stirîyek wan heye ku pir jê hez dikin. li ku derê dibînin, ew stirî jê dikin û dest bi xwar dikin. Stiriyê tûj birînên devê hêştirê vedike û ji wan birînan xwîn diherike. Dema xwîna şor bi stiriyê re tê tevlihevkirin, ev tama hanê ji hêştirê xweştir tê. Ji ber vê yekê hêştir dema ku dixwe xwîn dibe, dema ku xwîn jê tê dixwe, ji xwîna xwe têr nabe û ger pêşî lê neyê girtin, hêştir ji ber windabûna xwînê dimire. navê wê harese ye. Min tenê got, peyvên wek azwerî, azwerî, hovîtî ji wir tê.

      Hêrsa mirov dibe sedema çavbirçitî,çavnebarî, zikreşiyê.  Mirov heke azweriyên xwe perwerde meke wekî lawirekî birçî dibe. Êrişî hemû tiştî dike. Çavên wî têr nabin. Herdem li gel dost û hogirên xwe di nav pişbirkekê daye. Pişbirkeke bêdawî û zikreşî..  Hemû temenê xwe di ber hêrs û azweriyên xwe yên birçî da dide. Çi tahmê ji jiyanê nagire. Bi çavên hesûd temaşeyî jiyanê dike. Ne di xêra çi kesê daye. Bes xwe di fikir e û ne dixema çi kesê daye. Hez nake çi kes şibî wî dewlemend û mezin bin? Hêrsa mirovan xweza talan kirine, bûye sedema şerên mezin. Komkujî, qetliyamên mezin kirine. Ne av û ne ax hiştiye herder xirakiriye. Kevir li ser kevirî nehiştiye. Çavsoriya mirovî bûye sedema şerên desthildarî û dagirkerî û nûkeriya ax û welatên çîranan. Çav berdaye axa xelkê. Ji bo vê hêrsa xwe agir berdaye herderê. Kuştin û destdirêjî li ser jiyana mirovan kiriye. Çavsoriya mirovan di dîrokê de bûye mijara çîrok û stranan. Heta bûye mijara ayetên pîroz. Felsefevan ev mijare taybetî girtiye dest û rexne kiriye. Pîrtûkên pîroz mirov ji bo çavsoriyê hişyar kirine. Gotiyê şaşe. Ne riya xweda ye! Lê çi ayet,felsefe û ramangêran pêşî li azwer û hêrsa mirov negirtiye. Li gorî dîtin û qeneata min çi raman nikarin çavsoriya mirovan perwerde bikin.

Mehmet GUR

Fikr û ramanên di nivîsê de, yên nivîskarîne. Dibe ku polîtiqaya weşana Serhat Newsê nede nîşandan.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
MIROV

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *