Piştî 33 salan vegeriyan gundê xwe yê hatibû valakirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Niştecihên Goma Koder a bi ser gundê Sokanê ya Navçeya Payizavaya Wanê piştî 33 salan vegeriyan gundê xwe yê hatibû şewitandin.

Goma Koder a bi ser gundê Sokanê ya navçeya Payîzavayê wekî bi hezaran gundên hatine şewitandin wêran bûye. Goma Koderê 100 kîlometreyan dûrê navenda Wanê ye û di sala 1989’an de bi hinceta ‘Ewlehiyê’ hat valakirin û piştre jî hat şewitandin.

Niştecihên Koderê ku tenê 6 mal lê hebûn tenê karîn tiştên xwe yên pêwîst ji malên xwe derxin. Gundî wê çaxê hatin navendê û li cem xizmên xwe bicih bûn. Ji wê demê heta roja me îro tu kes neçûbû gund û piranî Koçeran ev der bikardianîn.  

Piştî 33 salan çûn warê xwe

Komek ji niştecihên gomê ku piranîya wan jin bûn, piştî 33 salan wesayîtek kirê kirin û çûn gund. Welatî, piştî rêwîtiyeke ku 3 saetan dom kir de gihiştin Goma Koderê û çûn mirateyên malên xwe yên wêranbûyî. Wê çaxê demên hestewar hatin jiyandin û welatiyan biranînên xwe yad kirin.

Piştî 33 salan vegeriyan gundê xwe yê hatibû valakirin - koder 1024x769 1

Welatiyan piştî demek bêhnvedanê berê xwe dan çiyayên derdora gomê û gîhayên wekî sîrik, kiwark û mendê ku di çêkirina penîr de tên bikaranîn berhev kirin.

Di vegerê de jî di bin esîmanê hêşîn û hemberî heybata çiyayên bilind de sifre hate danîn û li ser sifreyê jinan dest bi gotina kilamên Kurdî kir.

 ‘Min carek din gundê xwe dît, ev bo min qasî dinayeyê ye’

Jina bi navê Kumrî Îlter ku piştî 33 salan vegeriyaya warê xwe li ser şûnwarên mala xwe ya berê geriya û hestên xwe wiha anî ziman: “Mala me li vir bû. Du odeyên me hebûn. Yek jî bo mêhvanan odeya me hebû. Niha tenê şûnwarên wê mane. Ez pir xemgînim. Min carek din gundê xwe dît, ev bo min qasî dinayeyê ye.”

Piştî 33 salan vegeriyan gundê xwe yê hatibû valakirin - kumri ilter 1024x769 1

‘Dema ku min amadekariyên dehwetê dikir, gundê me hat valakirin’

Yek ji jinên din a binavê Zuleyha Dursun, dibêje ku çaxê  gund hatiye valakirin ew binîşanî bû û amadekariyên zewacê dikir. Dursûn di berdemayî de wiha behsa wan rojan dike: “Nîşaniya min li vir hat danîn. Dema gund hate valakirin, ez neçar mam biçim Wanê. Zêdetirê piştî 30 salan ez cara ewil e ku vedigerim vê derê. Bo rojekê be jî ez gelek bexwetwarim.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî 33 salan vegeriyan gundê xwe yê hatibû valakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *