Nifşê nû ji AKP’ê bê hêviye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Navenda Lêkolînan a Gezîcî ragihand ji sedî 80’ê dengderên ciwan ku wek nifşê nû (Nifşê Z) tên binavkirin dengên xwe nadin AKP’ê.

Navenda Lêkolînên Gezîcî di navbera 2-3ê Tîrmehê de li ser hilbijartinên bê yên Tirkiye ligel 2 hezar û 680 kesan anketek çêkiriye. Gezîcî derbarê helwêsta dengderên bê biryar û nêrîna dengderên ciwan ên Tirkiyê de ku wek nifşê nû tê navkirin jî lêkolîn kirine.

Li gor encamên anketê ji sedî 70’ê dengderên bê biryar jin in û dê di hilbijartinên sala 2023’ê de roleke sereke bibînin. Ew anket dibêje ji sedî 80’ê nifşê nû ku wek nifşê Z jî tê zanîn dengê xwe nadin AKP’ê ku rêjeya dengên wan di nav piraniya dengan de ji sedî 11.8 e.

Pirsgireka herî girîng a Tirkiyê pirsgirêka aborî ye

Li gor anketê ji sedî 74ê beşdaravanan dibêjin pirsgireka herî girîng a Tirkiyê pirsgirêka aborî ye. Ji sedî 44.6ê wan di wê baweriyê de ne ku muxalefet dê bikare vê pirsgirêkê çareser bike, lê ji sedî 40.3ê wan jî dibêjin Tifaqa Cumhur ku ji AKP û MHPê pêk tê dê pirsgirêkê çareser bike. Herwiha ji sedî 72ê beşdarvanan jî gotine ku ew li beramber bihabûna nirxên pêdiviyên sereke yên jiyanê nikarin dabara xwe bikin û desthilat di rêveberina dewletê de rûbirûyê zehmetiyan bûye.

Di anketê de ji beşdarvanan hatiye pirsîn “Hûn bawer dikin ku di nav salekê de aboriya welat baş bibe?” Ji sedî 76ê wan gotine baş nabe û tenê ji sedî 24ê wan di wê baweriyê de ne ku dê di nav salekê de rewşa aborî ya Tirkiyê baş bibe.

Her wiha di anketê de hatiye pirsîn “Eger sibe hilbijartina serokkomariyê bibe hûn dê dengên xwe bidin kê?” Ji sedî 53.2ê wan dibêjin dê dengê xwe bidin Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û li beramber ji sedî 46.8ê jî dibêjin dê dengê xwe bidin Serokkomarê Recep Tayîp Erdogan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Nifşê nû ji AKP’ê bê hêviye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *