Pirtûkên Kurdî li gor pirtûkên Tirkî kêm tên firotin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Kurdi, her çiqas di van selên dawî de hinek geş bûbe jî, li gor Tirkî û hin zimanên din gelek paş de maye. Li gor rapora malpera Diyarname ya sala 2021’an li tevahiya welat nêzî 365 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin. Di vî warî de pirsgirên zêdebûna malîyet, kêmbûna hejmara xwendekarên Kurdî û xwedî derketina zimanê Kurdî wekî pirsgirêkên sereke derdikevin pêş.

Di vî warî de me li ser pirsgirêkên weşangeriya Kurdî, pêşeroja wê de, bi Damezrêner û Rêveberê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî re hevpeyvînek li dar xist. Weşanxaneya Sîtavê di sala 2013’an de li Wanê hatiye damezirandin û li gel Kurdî, pirtûkên Tirkî jî çap dike. Heya niha weşanxaneyê 185 pirtûkên Kurdî çap kirine.

Bateyî, destnîşan kir ku bi giştî pirtûkên Kurdî ên li ser mijarên wekî, zarokan, edebiyat, folklorî û yên olî de çap kirine. Di berdewamîyê de Bateyî bi taybet bal kişand ser pirtûkên jibo zarokan û got ku wekî hemleyek baş wan dest bi weşandina van pirtûkan kiriye. Bateyî gotinên xwe wiha rêz kir: “Bi rastî pirtûkên zarokan di destpêkê de me hemleyeke baş kir destpêkir, dora nêzî 20 kitêbên zarokan me çapkirin. Lê kitêbên zarokan hinekî pirsgirêk bûn. Hem aliyê malîyete de gelekî zêdebûn ji ber pirtûkên zarokan rengîn çêdibin her wiha divê tu ji bilî xwandina edîtoriyê û ewe tu bidî pisporekî jî. Pisporê zarokan ku di warê pedagojîk de pirsgirêk tê da nebin. Lê esasî ji aliyê malîyetêda zehmet bûn. Ji ber vê, piştî 1-2 salan me pirtûkên zarokan hinekî kem kirin. Ew hinekî li paş man. Bêtir aliyê folklor, aliyê lêkolîn û aliye dîroke de pirtûk derketin pêş û weşandin. Heta niha jî wusa ye”

‘Xwendewanê Kurdî ne wek yê Tirkî zêdeye’

Bateyî, her wiha anî ziman ku firotina pirtûkên Kurdî jî pir kêm e û wiha domandan: “Mixabin firotina pirtûkên Kurdî pir kêm e. Pirtûkên ku hem ji aliyê naverokê ve başin hem jî nivîskar tê nasîn. Dibe ku ew zêdetir jî tên firotan. Lê bi gişti kitêbên Kurdî wek yê Tirkî nayên firotan”

Li gor mînaka Bateyî, pirtûkên Tirkî gelek zêdetir têne firotin. Di weşanxaneyê de pirtûkên bi navê ‘Serencamname’ û ‘Eski Kürt Tarihi’ bi Tirkî hatiye çap kirin. Kurdîya wan herî kêm 6 meh beriya, Tirkiya wan hatiye çapkirin lê yên Kurdî nivî jî ne hatine firotan yên Tirkî qediyane. Mînak ‘Eski Kürt Tarihi’ Kurdiya wê me 6-7 meh berê Tirkiya wê çapkir Kurdiya wê hêj ne qedîyaye nîvî zêdetir hatiye firotan lê Tirkiya wê 2-3 mehe qedîyaye. Dîsa Serencamname wisa, Kurdiya wê me 6 meh berê Tirkiya wê çapkir, Tirkiya wê berbi qedandinê ve diçe lê Kurdiya wê hêjî nivî jî nehatiye firotan. Ew herdû mînak dide nîşan ku Kurdî û Tirkî çiqasî ji hev ferq heye, Tirkî çiqas zêdetir bi Kurdiyê tê firotan. Xwendewanê Kurdî ne wek yê Tirkî zêdeye, Tirkî herkes dikare bixwîne Kurdî mixabin kêm kes dixwînin ew jî dibe sedem ku Kurdî kêm were firotan.

 ‘Eger zimanê te hebe, tu heyî’

Bateyî, her wiha helwesat Kurdan ya li hemberî zimanê Kurdî jî rexne kir û ev tişt lê zêde kir: “Em hergav gazinda dikin. Em dibêjin; gel xwedî li zimanê xwe dernakeve. Xwendewan, derdorên siyasî qet lê xwedî dernakevin. Xema wan nîne. Em tim rexne dikin, gazinda dikin. Ew jî êdî cihê xwe nagre. Bi rastî em civakeke nexweşin. Civaka Kurdan civakeke nexweşe. Lê em li nexweşiya xwe hayîdar nînin. Pirsgirêka ziman pirsgirêka sereke ya me ya Kurda ye. Pirsgirêka her Kurdekî ye. Ne Kurdekî welatparêz tene, an jî Kurdekî alîgirê rêxistinekî, an ji xwedî fikrekî tenê ye.”

Di dawiyê de Bateyî bal kişand ser girîngiya ziman û wiha diyar kir: “Zimanê te hebe tu heyî ku zimanê te çû tu tuneyî! Me ziman berdaye em ketine dû gelek tiştan. Em derdikevin kolana û dibêjin, ‘Em zimanê xwe dixwazin’ pişt re em gazindan ji sîstemê dikin em dibêjin ‘zimanê me qedexe dike bila zimanê me serbest be. Zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê’ Em hemû zor û zehmetiyê dibînin ji bo vî zimanê, lê em vî zimanê xwedî dernakevin. Em vî zimanî na axwin em qedr û qîymeta vî zimanî nizanin. Ji sîstemê bêtir em vî zimanî tune dikin. Virda nakokiyek heye. Tiştê sereke, dûrketina ji hizra neteweyiye.”

Nûçeya Taybet: Yeşim Karaağar

(LG)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pirtûkên Kurdî li gor pirtûkên Tirkî kêm tên firotin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *