Qedexeya çalakiyan li Colemêrge dîsa hat dirêjkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Colemêrgê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê carekedin bo 15 rojan hat dirêjkirin.

Walîtiya Colemêrgê daxuyand ku ji 15’ê Mijdarê heta 29’ê Mijdarê bo 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Qedexeya li Colemêrgê ji sala 2016’an ve piştî hewla derbeya 15’ê Tîrmehê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê bi berdewamî tê dirêj kirin.

Herî dawî 1’ê vê mehê ew qedexe bo dema 15 rojan hatibû dirêjkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qedexeya çalakiyan li Colemêrge dîsa hat dirêjkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *