Rojnamevanên Jin: Rojnamevanî ne tenê karê zilama ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serhat News – Îsal, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê wekî her deverê cîhanê li Wanê jî bi coş tê pêşwazîkirin. Li gel hatina vê rojê rojnamevanên jin ên li bajarê Wanê dixebitin, hest û ramanên xwe anîn ziman. Rojnamevanên jin ku bangawaziya piştevaniyê dikin, dibêjin; “Em di her warê jiyanê de hene. Baweriya me heye. Rojnamevanî ne tenê karê zilaman e”

Li Wanê, jibo pîrozbahiyên 8’ê Adêrê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê amedekarî didomin. Îsal roja jinan wê bi çalakiyên cur be cur ên rengîn bê pîroz kirin. Bi vê mebestê rojnamevanên jin ên li bajar dixebitin hest û nêrînên xwe bi me re parve kirin. Rojnamevanên ku bi mebesta 8’ê Adarê banga piştevaniyê dikin, pirsgirêkên di dema xebatê de anîn ziman û gotin ku tevî hemû astengiyan jî ew  xwedî serkeftinê ne. Jin dibêjin ku di civaka baviksalarî de jinên rojnamevan rastî eleqeyek baş nayên û jibo ev yek ji holê were rakirin jî peywira girîng dikeve ser milê rojnamevanên jin. 

Rojnamevan Bahar Tanritanir di televîzyona KANAL 65’ê de dixebite û Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê xelas kiriye. Tanritanir, demekê di Koma Weşangerîya Doguş’ê de xebitîye û piştî li çend cihan sitajeriyê dike, herî dawî li Wanê dest bi kar kiriye.

Rojnamevanên Jin: Rojnamevanî ne tenê karê zilama ne - bahar tanritanir 2
Bahar Tanritanir

‘Her diçe hejmara rojnamevanên jin zêde dibe’

Tanritanir, derbirî ku rojnamevanî li Wanê piranî ji alîyê zilaman ve tê kirin, lê got ku di van demên dawî de li qadê hejmara rojnamevanên jin jî her diçe zêde dibe. Tevî vê jî Tanritanir dibêje ku ev hejmar gelek kême û wiha axivî: “Dema ku me dest bi vê pîşeyê kir, em ji hemû zor û zehmetîyên wê agahdar bûn. Lê mixabin, xwedîyê sazî û dezgehên çapemeniyê jiber van zor û zehmetiyan naxwazin. Rojnamevanên jin îstihdam bikin. Ev jî nahêlê rojnamevaniya jinan pêşve here. Di nava demê de derket holê ku rojnamevanên jin, karê xwe ji rojnamevanên zilam baştir dikin”

Di dema xebatê de rastî destdirêjîyê tên

Tanritanir, di berdewamîyê de got ku di dema xebatê de ew pir zêde rastî destdirêjîyê tên û ev yek jî wiha rawe kir: “Em di dema xebatê de piranî car rastî destdirêjîya fizîkû û devkî tên. Tenê ku boneya em jinin, hinek kes pirsên me nabersivînin û bi şiklên cuda nêz me dibin”

Tanritanir, herî dawî, destnîşan kir ku tevi hemû astengiyan jî ew  xwedî serkeftinê ne, lê di civaka baviksalarî de jinên rojnamevan rastî eleqeyek baş nayên û dîyar kir ku jibo ev yek ji holê were rakirin jî peywira girîng dikeve ser milê rojnamevanên jin. 

‘Jin li gor zilaman çalaktir in’

Xwedîya Malpera Van Sokak Haber’ê Eyşan Yektîn jî di sala 2010’an de dest bi rojnamevaniyê kiriye. Yektîn, diyar dike ku rojnamevanî karekî dildariye û dibêje ku ev 13’ê de sale vî karî dike. Yektîn, dibêje ku wekî hemû pîşeya di rojnamevaniyê de jin rastî gelek pirsgirêkan tên û wiha domand: “Li gorî zilaman jin di vî karê de çalaktir in. Di her warê jiyanê de em hene. Em bi xwe bawerin. Lê di civakê de her tim jibo me astengî tên derxistin. Çibe bila bibe, di rojnamevaniyê de ya girîng kede. Keda me jî nayê dîtin. Qedr jê re nayê nîşandan”

Rojnamevanên Jin: Rojnamevanî ne tenê karê zilama ne - eysan yetkin 2
Eyşan Yetkin

Di dawîya axaftina xwe de Yektîn, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga piştewanîyê anî ziman.

Dîroka 8’ê Adarê

Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New York Amerîkayê 40 hezar karker ji bo heqdestê xwe bistînin di fabrîqeya tekstîlê de dest bi greva giştî kir. Karkeran li ber deriyê fabrîqayê barîkat danîn, li ser vê yekê polîsan êrîşî karkeran kir û derî li ser jinên karker ên di fabrîqeyê de bûn girtin. Di encama vê yekê de di fabrîqeyê de şewat derket û 129 jin bi şewatê jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê li cîhanê deng veda. Femînîsta Alman Clara Zetkîn di Enternasyola 2’yemîn a sala 1910’an de pêşniyar kir ku 8’ê Adarê bibe Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û ev pêşniyar bi dengdayîneke mezin hat qebûlkirin. Piştî vê biryarê 8’ê Adarê li hemû cîhanê bi çalakiyên cur bi cur ji aliyê jinan ve tê pîrozkirin. Ev roj ji bo jinan bûye roja têkoşîna li hemberî bêmafiyê û serkeftina jinan.

Nûçe: Zelal Sahîdenur Sari

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rojnamevanên Jin: Rojnamevanî ne tenê karê zilama ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *