Têkoşîna jinan ji 1857’’an ta 2023’an: Çîroka Evîn Sarihan a ji xwe bawer

featured
Evin Sarihan
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Têkoşîna jinên kedkar ku di Adara 1857’an de li bajarê New Yorkê destpê kir, pêl bi pêl li tevahiya cîhanê belav bû. Jina bi navê Evîn Sarihan ku li Wanê jiyan dike, têkoşîna jinan ya li hemberî tundiyê wiha bilêv dike: “Ez ji xwe bawer im û min li hemberî pêkutiyan serî netewand”

Di sala 1857’an de li bajarê New York yê Amerîkayê, 40 hezar jinên kedkar di fabriqeyeke raçandinê de bi daxwaza ‘Başkirina şert û mercên cihê kar’ dest bi grevê kirin. Polîsan derî li ser jinan girt û 129 jin li hundir di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Mirina van jinan ji bo têkoşîna jinan ya li hemberî pêkutiyê bû çîruska destpêkê.

Têkoşîna jinan ji 1857’’an ta 2023’an: Çîroka Evîn Sarihan a ji xwe bawer - kendi gucune inanan sarihan 3 1024x768 1

Di sala 1911’an de Clara Zetkîn bi pêşengiya Partiya Demokrat a Civakî ya Alman, bi armanca bîranîna jinên li Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane, pêşniyar kir ku 8’ê Adarê wekî “Roja Jinan a Cîhanê” bê qebûlkirin. Ev pêşniyar bi yekdengî hat pejirandin û di sala 1911’an de bîranîna ewil hate lidarxistin. Nêzî 10 sal piştî vê bûyerê, di Sêyemîn Konferansa Jinan a Navnetewî ku 1921’an de hat lidarxistin navê rojê wekî “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” hate guhertin.

Li tevahiya cîhanê jin di vê rojê de li hemberî pêkutiyên dijî jinan dadikevin qadan û tevî xwîşkên xwe dengê xwe bilind dikin.

Têkoşîna jinan ji 1857’’an ta 2023’an: Çîroka Evîn Sarihan a ji xwe bawer - kendi gucune inanan sarihan 4 1024x768 1

Salek beriya niha hatiye Wanê

Evîn Sarihan 22 saliyê û dibistana navîn qedandiye. Sarihan tekane xebatkarê malê yê û ji bo masrafên zanîngehê yên her du bira/xwîşkên xwe di atolyeya tekstîlê de dixebite. Ew salek beriya niha ji navçeya Elbakê hatiye Wanê û ev 9 mehe di atolyeyê de dixebite. Wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi neçarî dev ji dibistanê berdaye. Dibêje ku tekane xeyala wê hemşîretiya ambulansê ye û ji bo vê jî niha qeyda xwe ji bo Lîseyê çêkiriye. Li aliyêkê ew lîseyê dixwîne, aliyê din jî bo wergirtina destûrnameyan diçe qursan. Ew niha di pola 11’an de dixwîne û dixwaze ku bibe dîzaynerê modayê. Sarihan her wiha balê dikişîne ser zor û zehmetiyên di atolyên kar de û got, “Ez dixwazim di atolyeyêkî de bibim hosta, dakû derûniya hosteyên atolyeyan ku pêkutî û heqeretên li ser me dimeşînin, fêm bikim.”

Barê malê maye li ser milê wê  

Sarihan ji ber bavê wê girtiye, hemû barê malê ketiye ser milê wê. Dema ewil tê Wanê ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û li Tekstîlkentê dest bi xabatê dike. Li ser pirsa ‘Du karê xwe diecibinî?’ jî Sarihan got, “Karê teksîtilê gelek zehmet e. Lê ev der gelek rehet e. Kargeha beriya niha wekî cehnemê bû. Li wir 300 xebatkar hebûn, li vir 40 kes hene. Ez xwe li vê derê gelek baş hîs dikim. Li wir ez rastî heqeretê û mobbingê hatim. Meaş mehekî didan, mehekî ne didan. Pereyê min bi temamî nedidan min.”

Têkoşîna jinan ji 1857’’an ta 2023’an: Çîroka Evîn Sarihan a ji xwe bawer - kendi gucune inanan sarihan 6 1024x768 1

Ew diyar dike ku di kargehan de li gor bedewiya jinan nêzî wan dibin û vê yekê jî wekî destdirêjiyê pênase dike. “Jinên ku nedixwestin bi hosta an jî xwediyê kar re biaxivin rastî mobbingê dihatin. Bi tirsa bêkariya, me neçarî çavê xwe li vê mobbingê diniqiya. Lê piştî demekê, min ev yek qebûl nekir û ez ji wir derketim. Ez bi xwe bawerim. Mi serî netewand. Piştre jî min ev kar bi tesadufî peyda kir.”

Sarihan di berdewamiyê de destnîşan dike ku bo kar li her derê ji wê dîploma hatiye xwestin û bona ku dîploma bistîne wê dest bi xwendinê kiriye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Têkoşîna jinan ji 1857’’an ta 2023’an: Çîroka Evîn Sarihan a ji xwe bawer

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *