Welatiyên Sixkê ji ber qada çopê bi gazincin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qada çopê ya li Taxa Sixkê ya bi ser navçeya Tuşbaya Wanê ku li ser rêya navçeya Qelqeliyê ye, jibo tundiristiya gelê heremê bûye sedema xeterê. Şêniyên taxê dibêjin ji ber bêhnê nikarin li malên xwe rûnin.

Taxa Sixkê ya navçeya Tûşba ya Wanê ji çarenûsa xwe re hat terikandin. Çopa ku bi salan e 200 metre dûrî taxê tê avêtin hema bêje bûye şiklê girekî. Ew ji hêla qeqlîbaz û kûçikan ve tê dîtin. Carinan dibe ku mirov rastî zarokên ku di nava çopê de dilîzin werin. Welatiyan amaje bi wê yekê kirin ku her çend xetera Koronayê di rojeva welêt de ye û germbûna hewayê jî, ev çop dibin sedema sedema nexweşiyê û dibêjin ku dema ba radibe çop dikevin malên wan.

‘Zarok hemû bi enfeksyonê ketine’

Yek ji welatiyên li Taxa Sixkê ku taxa herî nêzî Gola Sîxkê ye Hayrettîn Daniş, destnîşan kir ku di her demsalê de bi kamyonên çopê hemû bajarî rêdijin vê derê. Ew li ser bêhna ku ji çopê derdikeve wiha dibêje: “Di vê heyama nexweşiyê de zibil gazî nexweşiyan dike. Hema bêje hemû zarokên taxê bi enfeksiyonê ketine. 24 sal in em li vê taxê dijîn, jixwe pirsên taxê li ber çavan in. Li pêş bazara heywanan e, bêhna wê cuda ye, li vir jî çopê heye û bi salan e bêhna wê dibare. Bi taybetî êvaran derdora saet 6-7ê sibê bêhneke pir xerab tê.”

Welatiyên Sixkê ji ber qada çopê bi gazincin - hayrettin Daniş 1 1024x682 1
Hayrettin Daniş

Bi derfetên xwe binesaziyê ava dikin

Daniş, anî ziman ku wan serî li saziyên pêwendîdar dane û lê pirsgirêkên taxê hêjî nehatine çareserkirin. “Me bi derfetên xwe binesazî ava kir. Carna bi salan av naherike. Diviyabû kolan bihatana asfaltkirin û ev yek pêk nehat. Dema em li aliyê rojava dinêrin, dema ku rê çêdibe, hema bêje hemû tax di mehekê de qediyane. Li vir tiştekî wisa ne mimkûn e. Em şaredariyê li vir nabînin. Dema em pirsgirêkên xwe tînin ziman tê gotin ‘pêşeroj dê bê, dê çareser bibin’ lê tu guhertin çênabe. Di sala dawî de êdî mirov nikarin li vir bijîn.

Welatiyên Sixkê ji ber qada çopê bi gazincin - copler 1024x682 1

Em nikarin pencereyên malê vekin, di vê hewaya germ de ji ber bêhnê em dikevin ber hewaya germ. Çareserkirina pirsgirêka çopê ya binesaziya taxekê çiqas zehmet dibe? Pir pere digirin, fesad in. Ji bo vê taxê çêkirina rê dê çiqas be? Ger tiştek neyê kirin, bi kêmanî binesazî û asfalt bê kirin, ev ne tiştekî mezin e. Em nikarin li ber deriyê xwe rûnin û çayekê vexwin. Ev gel wê çawa bijîn? Em gelekî mexdûr bûne.”

‘Ev der ne cihê jiyanê ye’

Welatiya taxê Nazan Daniş jî wiha got: “Em jî ji şaredariyê dixwazin ku li vê taxê xwedî derkeve û lê xwedî derkeve. Ji ber bêhnê, ji ber bêhna tuwaletê ya çopê em nikarin camên xwe vekin. Em dixwazin di zûtirîn dem de ev pirsgirêk bên çareserkirin, ev der ne taxeke ku tê jiyîn.”

Welatiyên Sixkê ji ber qada çopê bi gazincin - nazan daniş 1024x682 1
Nazan Daniş

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Welatiyên Sixkê ji ber qada çopê bi gazincin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *