Xwediyê milk rê girt: Welatî di taxê de asê man!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xwediye milk rê girt: Welatî di taxê de asê man!

Li taxa Şabaniye ya Navçeya Artemêtê jiber ku di nava milkê welatiyekê de derbas dibe, hate girtin. Li taxê bi dehan malbat ji ber girtina rê nikarin biçin û bêne malên xwe. Ji ber girtina rê niha welatî di taxê de asê mane!

Li Kolana 3. Çikmaz ya taxa Şabaniye ya bi ser navçeya Artemêta Wanê, welatî ji ber tunebûna rê bigazincin. Rêya taxê di nava milkê tapukirî yê welatiyekê de derbas dibe. Biboneya ku vî welatî bi dîwarekê rê girtiye, welatî tenê dikarin bi peyatî biçin û bêne malên xwe. Wesayît nikarin biçin ber derê niştecihên taxê û ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkan. Hin welatiyên nexweş di çûn hatina nexweşxaneyê de bona ku rê tuneye gelek zehmetiyan dikişînin.

Li taxê xala 18’emîn a Îmarê hatiye pêkanîn, lê ev pêkanîn hêj jî nehatiye bicihkirin. Loma rêjî nikare were vekirin. Şaredarî diyar dike ku bona ku di îstimlaqê de pirsgirêk derketiye, ew nikarin li vê derê rê vekin.

Bi ser vê yekê welatî li ber rêya ku ji aliyê xwediyê wê ve hatiye girtin kom bûn û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Di navbera xwediyê milk û welatiyên ku dixwazin pirsgirêka wan were çaraserkirin de gengeşî derket. Ekîbên zabitayên Şaredariya Artemêta bi ser gengeşiyê hatin cihê bûyerê. Ji ber ku ekîbên zabitayan jî nekarîn pirsgirêkê çareser bikin, welatî beyî ku pirsgirêka wan were çareserkirin, dest vala vegeriyan malên xwe.

Xwediyê milk rê girt: Welatî di taxê de asê man! - Van yol kapatma 1024x768 1

Niştecihên taxê gazinc û hêviyên xwe ji mîkrofona Serhat Newsê re vegotin. Welatiyê bi navê Bakî Canîş, diyar kir ku ev 25 sale ew li vê taxê pirsgirêka rê jiyan dikin û daxwazên xwe wiha rawe kir: “Ev 25 sale rêya me tuneye. Kîjan şaredarî hatibe ser kar, em asteng kirine û rêya me nevekiriye. Em jî bi neçarî di nava milkê tapûkirî de derbas dibin. A niha ev der jî hate girtin. Em di hundir de asê man.”

‘Îsmaîl Say 4 sal beriya niha soz da’

Canîş, got ku Şaredarê Artemêtê Îsmaîl Say 4 sal beriya niha bona çareseriyê soz dabû û di vê mijarê de wiha axivî: “Ev 4 sale Şaredar Îsmaîl soz daye me. Xala 18’mîn hat pêkanîn, lê rê nehate vekirin. Niha rê hate girtin. Divê ji me re çarekê peyda bikin. Em bang li birêz walî dikin; nexweşê me hene, zarokên astengdar hene. Şewatek li vir derkeve tu kes nikare mudaxale bike.”

Yek ji niştecihên taxê Îlhamî Canîş jî heman tişt dubare kir û got ku Şaredar Say bo çareseriyê tiştek nekiriye.  Caniş, bertek nîşanê Say da û wiha axivî: “Vî karî Îsmaîl Say asteng dike. 3 roj beriya niha em çûn cem alîkarî Walî. Ciranê min şahide. Alîkarê walî birêz Ercan em ji wê derê qewirandin. Dibêje, ‘Mûçe tuneye’. Ger muçeya te tunebe, kilîlekî li deriyê xwe bidin. Gelo haya birêz walî heye an na? Ger agahiya birêz walî hebe, dibe ku muçeya wî jî hebe. Em ji dewletê daxwaz dikin. Ji Îsmaîl Say daxwaz dikin. Tu pirsgirêkên me bi welatiyan re tuneye. Bila şaredarî were, vê pirsgirêkê çareser bike. Tu pirsgirêka me bi cîranên me re tuneye”

Welatiyên ku nexweşên wan hene mexdûr bûne

Xwediyê milk rê girt: Welatî di taxê de asê man! - van yol kapatma2 1024x768 1

Nişteciheke din ê taxê Mehmet Canîş jî da zanîn ku, du neviyên wê yên astendar hene û bi boneya ku wesayît nikarin werin ber derî, ew bi neçarî her roj neviyên xwe pişt dike û wisa dibe ber devê rê.

Caniş bi domdarî wiha axivî: “Bila dev ji me berdin. Çi nebe em dikarin bimeşin. Dewlet ger welatiyên xwe yên saxlam nafikire se, bila yên nexweş bifikire. Ez tenê vê dixwazim.”

Piştî bertekan ekîba zabitayên Şeredariya Artemêtê hatin cihê bûyerê. Demekê di navbera welatî zabitayan de niqaş çûbû. Rayedarên zabitayan ku rastî berteka welatiyan hatin, parastin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li vir xebata plana îmarê dimeşine û îdîa kirin ku ev pirsgirêk ji ber wê nikare were çareserkirin

Nûçe/Vîdeo: Baran Tarhan, Sevda Oztunç, Emrullah Durmaz, Reyhan Yeşîlkaya

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xwediyê milk rê girt: Welatî di taxê de asê man!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *