Encamên êrîşên Îranê yên li hember Herema Kurdistanê zelal bûn

featured
WÊNE: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku di encama êrişa rejîma Îranê yên li ser baregehên partiyên Kurdên Îranê yên li Herema Kurdistana Federal de yek jê jineke ducanî bi giştî 13 sivîl hatin qetilkirin û 58 kes jî birîndar bûn.

Duh ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Civaka Kedkar a Şoreşger a Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) ên li Silêmaniye û Hewlêrê, êrişek hatibû lidarxistin.

Li gor daxuyaniya ekîbên antîterorê yên Herema Kurdistana Federal a Iraqê di encama êrîşa ku bi dron û moşekan hatibû pêkanîn de yek jê jineke ducanî bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya ku di Ajansa Mezopotamyayê de cih girtiye, her wiha di encama êrîşê de 3 nûçegîhanên K24’ê jî di nav de bi giştî 58 kes jî birîndar bûne.

Îranê 70 caran êrîş kiriye

Hat diyarkirin ku ku rejîma Îranê êriş bi fuzeyên balîstîk û droneyên bombebarkirî pêk aniye û zêdetirî 70 caran êriş kiriye. Di heman demê de hikûmeta Bexdayê jî diyar kir ku êriş bi 20 droneyên bombebarkirî hatiye kirin.

 Bertekên navnetewî

Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê û ya Bexdayê êriş şermezar kirin. Her wiha Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYA’yê Centcomê jî ragihand ku roja çarşemê piştî nîvro droneyeke ber bi Hewlêrê ve diçû û ‘Ji bo hêzên Centcomê gef bû’ hatiye xistin. Washingtonê jî bi daxuyaniyekê êrişên Îranê weke ‘êrişeke kustah a li ser serweriya Iraqê’ pênase kir û şermezar kir. Li gel vê, Londonê jî bang li Tehranê kir ku dawî li bombebaranê bîne.

Têkildarî mijarê hikûmeta Almanyayê bi daxuyaniyekê û got “ev êriş nayê qebûlkirin” û hikûmeta Fransayê jî weke “binpêkirina serweriya xaka Iraqê” pênase kir û êriş şermezar kirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Encamên êrîşên Îranê yên li hember Herema Kurdistanê zelal bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *