Ji cerdevanê ku bi ‘Tecawizê’ te tewanbarkirin re 50 sal ceza hat birîn

featured
WÊNE: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji cerdevan R. O re ku li hemberî zaroka 12 salî bi “Îstismara zayendî” tê tewanbarkirin, dadgehê 50 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.

Doza cerdevan ê bi navê R.O ku li navçeya Şaxê ya Wanê li hemberî zaroka 12 salî destdirêjî kiribû li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.

Bersûç O. di danişînê de, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest ku were berdan. Parêzerê zarok jî xwest ku Okam bi cezayê herî giran bê cezakirin. Piştî parastinan jî şandeya dadgehê biryara xwe da û bi sedema “îstîsmara zayendî ya biwesf” 50 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da O’yê bi tecawîzê tê tewanbarkirin.

Çi bûbû?

Di sala 2021’an de li navçeya Şaxê ya Wanê li gor îdîayan, zarokeke keç a 12 salî ji aliyê cerdevan R. O ve hat tecawizkirin. Piştî ku zarokê tiştên li wê hatin kirin bi mamosteya xwe re parve kir, bûyer hat zanîn û tecawizkar hat girtin. Piştre jî xizmên Okam zext li malbatê kir û jê xwestin ku gund biterikînin. Ji ber gefên malbata cerdevanê tecawizkar, malbat neçar ma ku ji gund koç bike.

Serhat News

(lg)

Jêder: MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji cerdevanê ku bi ‘Tecawizê’ te tewanbarkirin re 50 sal ceza hat birîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *