Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gundiyên ji herema Xavesora Payîzavayê, piştî ku li heremê hewa germ bûye, sewalên xwe re, tevî zêc û zaran, bêrê xwe dan zozanên Keşîşgola li qontarên Çiyayê Ereka Wanê.

Gundî dibêjin aliyekê jiyana li zozanan pir zehmete, lê dîsa jî xweşiyên wê pirtirin û didin zanîn, ev terzê jiyanê mîrateyê bav û kalane ku ji wan re maye. Li vir bêrivan alîyekê şîr didoşin, aliyê din stranên xwe distêrin. Hin şivanan dest bi birîna hiriya pez kiriye, tevî vê jî li nava van deşt û zozanan de heywan bi dilê xwe diçêrin.

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Jiyana koceriye li Zozanen Kesisgole

Em çûn kontarê Çiyayê Erekê û zozanên li derdora Gola Keşîşgolî bûn mêvanê gundiyên ku niha koçeriyê dikin. Me jiyana wan ya rojane jibo bînerên xwe yên hêja şopand.

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Jiyana koceriye li Zozanen Kesisgole 1 1

Serweriya mala xwe ew dike

Bêrivana bi navê Ayşe Armuçî ku dibêje li zozanê serweriya mala xwe ew dike, destnîşan kir ku tim jiyana wan li vir bi xebatê derbas dibe û got, “Niha em li zozanan in. Em nan dipêjin, pez didoşin, penîr çedikin û li Wanê difiroşin. Şivan û zarokên me diçin ber pez û berxikan. Em ji xwe re diçin ber pincar. Yani karê me pir zehmete. Jiyana me bi karkirinê re derbas dibe. Karê me pir zehfe.”

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Ayse Armuci
Ayşe Armuçî

Bo sê mehan ev der kirê kirine

Armuçî her wiha qala zehmetiyên ku jin li zozan dikişînin jî kir û wiha pede çû: “Em jin pir belengaziyê dikişînin. Hem li gund him jî li zozanan em zehf belengaziyê dikişînin. Ger çêre hebe em 3 mehan dimînin, na eger çêre tunebe, du meh an jî du meh nîv em li vir dimînin û vedigerin gundê xwe. Em tevî zarokên xwe tên zozanan. Hevserê min, li gund dimîne. Serweriya vê derê ez dikim. Heta wexta çûyîna gund em gîha didûrin û gîha vêdidin.”

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Jiyana koceriye li Zozanen Kesisgole 1

Payîzê dê vegerin gund

Gundiyê bi navê Bahattîn Alaş ku ji gundê Nanîka bi ser navçeya Payîzavaya Wanê hatiye zozanên Keşîşgolê, diyar kir ku wan ev zozan bona 3 mehan kirê kiriye û wiha pêde çû: “Heywanên xwe me anîne ve derê. 3 mehan em ê li vê derê bin. Piştre jî emê cardin vegerin herema Xavesorê li ser mal û milkê xwe. “

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Bahattin Alas
Bahattîn Alaş

Pîşeya bav û kalan: Koçerî

Alaş, qala xweşî û nexwşiyên jiyana zozanan bi me re wiha parve kir: “Bav û kalên me ev pîşeye dewam kirine heta niha. Em jî dê wisa karê bab û kalên xwe bidomînin. Li vê derê cihe me xweşe. Çêre xweş e. Çinebe zarokên me li cihek hênik jiyana xwe derbas dikin. Tiştek lazimbe navenda Wanê nêzî me ye. Em diçin wê derê pêdiviyên xwe dikirin. Bo heywanên me jî ev der rind e. Em ê heta payîzê li vir bin û piştre jî em ê cardin vegerin ser milk û warê xwe yê li Xavesorê.”

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Jiyana koceriye li Zozanen Kesisgole 3 1

Jiber ku hewa pir germe tên zozanan

Gundiyê bi navê Huseyin Abaci, bilêv dike ku bona li gund hewa pir zêde germ e, sewalên wan li wê derê nikarin îdare bikin, lewma têne zozan. Abaci, her dîsa tîne ziman ku ew li vir penîr û gelek cure berhemên din hildiberînin û wiha diaxive: “Ez xelkê Wanê Payîzavayê me. Salê 3-4 mehan tên zonanan dimînin. Em zozanan kirê dikin. Li vê derê em penîrê xwe digirin, berxikên xwe difiroşin, pezê xwe li vir xweyî dikin. Heta hewa hênik dibe. Wexta hewa hênik dibe, em payîzê cardin pezê xwe dibin gund. Dema ku şîrê pez qediya em malên xwe dibin gund, lê pezê me heta payîza dereng li vir dimîne.”

Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê - Huseyin Abaci
Huseyîn Abaci

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jiyana koçeriyê li Zozanên Keşîşgolê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *