Li Cizîrê operasyon: 9 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Cizîr a Şirnêxê di encama serdagirtina malan de hat ragihandin gelek kes hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan, vê sibê hêzên ewlakariyê li taxa Yasef a Cizîra Şirnexê bi ser gelek malan de girtine.

Hat ragihandin ku di çarçoveya serdagirtinan de, li malan lêgerîn hatiye kirin û kesên bi navê Zeynep Ecer, Çîmen Ecer, Azat Bayram, Sadik Bayar, Ferhat Sîrkecî, Sedîn Bozkurt, Saît Yaşar, Taybet Asîkar û Şukru Elçî hatine desteserkirin.

Derbarê gelek kesan de biryara desteserkirinê heye

Tê gotin ku derbarê gelek kesan de biryara desterkirinê hatiye dayîn û dibe ku hejmara desteserkiriyan zêde bibe.

Hat zanîn ku kesên navborî bo lêpirsînê birine Midûriyeta Ewlekariya Şirnexê.

Herwiha derbarê sedama desteserkirinan de heta niha ji miqamên fermî tu daxuyanî nehatine dayîn.

serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Cizîrê operasyon: 9 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *